Jesper Soder ê 25 salî, ku beriya biçe Rojava li dibistaneke li bajarê Trollhattan ê li rojavayê Swêdê wezîfe dikir, ji bo pirsa mezintirîn qenala taybet a televîzyonê ya Swêdê TV4 û medya Swêdê ya 'hûn çima tevlî refên YPG'ê bûn û li dijî DAIŞ'ê şer dikin?' got, "Hezar heb sedem hene. Me hemûyan wêneyên komkujiyê dîtin. Em nikarin destûrê bidin ku zarok, sivîl, mirovên bê guneh bên kuştin, jin rastî tecawizê bên û li bazaran werin firotin. Ev tiştekî exlaqî ye. Min nikarîbû xwe li bêdengiyê rabigirim û min xwest tiştekî bikim."

Soder, di 11'ê Hezîranê de bi hevalekî xwe yê Kurd re, dema hewl dida ava vexwarinê bîne ji sivîlên li herêmê re mayîn teqiya û bi hevalê xwe re birîndar bû. 


Dixwazim Swêdî rewşê bibînin

Soder got, "Dixwazim Swêd û Swêdî çavên xwe vekin û rewşê bibînin" û anî ziman ku gelê Swêdê gelekî erênî nêzî wan dibe, bi qasî 400 Swêdiyan bi wî re têkilî danîne û beşek ji van jî jê re gotine ew dixwazin bên Rojava. Soder destnîşan kir ku piraniya Swêdiyên jê re gotine dixwazin bên Rojava, arkuj, leşker û polîs in.

Soder diyar kir ku ji ber pirsgirêka ziman wî zehmetî kişandiye, bi ferhenga Îngilîzî-Kurdî re hewl daye bi gerîlayên Kurd re têkiliyê deyne û piştî hînî Kurdî bûye .

Soder da xuyakirin ku ew ne yekane Swêdiyê di nava refên YPG'ê de cih digirin e, tevî wî gelek Swêdî di nava YPG'ê de li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, ew nasnameya xwe vedişêrin lê ji bo rewşê ji raya giştî ya Swêdê û cîhanê re ragihîne wî nasnameya xwe veneşartiye.


Li dij tevkujiyan biryara beşdariyê

Yek ji şervanên ku nasnameya xwe venaşêre Kurdistaniyê bi navê Rafael Kardarî yê li Swêdê ji dayik bûye ye. Kardarî anî ziman ku dema di medyaya civakî de dît çeteyên DAIŞ'ê tevî zarokên 7-8 salî 12-15 ciwan qetil kirin, xew neketiye çavê wî û biryar daye li hemberî çeteyan şer bike. Kardarî got, "Tekane rêya rawestandina van cinawiran, şerê li dijî wan e."Kardarî diyar kir ku ew tevlî gelek pevçûnan bûye, di her kêliyê de dikare jiyana xwe ji dest bide û got, "Ez Xiristiyanekî xwedî bawerî me. Bawer dikim ku her tişt ji Xwedê tê. Ez ji şerê li hemberî DAIŞ'ê natirsim, ji rêwîtiya bi balafirê ditirsim."

Kardarî diyar kir ku wî 5 kesên ji Swêdê tevlî DAIŞ'ê bûne û mirine dîtine, tevlî lêpirsîna çeteyekî DAIŞ'ê yê ji Goteborgê bûye û vî kesî jê re gotiye sozên ji wî re hatine dayîn, bicih nehatiye anîn.


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF/STOCKHOLM