Hêzên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de doh jî hezar sivîl ji Dêra Zorê rizgar kirin û birin herêmên ewle.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ber bi herêma Siwêr a li ser sînorê Sûriye-Iraqê ve bi pêş ve diçin. Li gel rizgarkirina herêman, QSD her wiha sivîlan ji nava lepên DAIŞ‘ê rizgar dike.
Şervanên QSD’ê hezar kes ji rojhilatê çemê Firatê, cihên cuda yên Dêra Zorê rizgar kirin. Hejmara zêde ya koçberan jî zarokên piçûk, jin û kesên kal û pîr in. Ji ber ku herêma Dêra Zorê cihekî çol e, kesên xwe ji çeteyan rizgar dikin ji bo xwe bigihînin şervanên QSD’ê neçar in tî û birçî bi saetan bimeşin.
Dabînkirina avê ji bo sivîlan
Rêxistinên insanî yîn Rojava jî av û xwarinê li sivîlên tên rizgarkirin belav dikin. Sivîlên doh hatin rizgarkirin ji bajarê Hims, ji Dêra Zorê û gundên dewrûbera Dêrê yê wekî Salihî, Riwêç, Mazlum, Dihêla, Sibhe, Merat, Etle, Xîşem, Tabiyê û Cedîd Beqarê ne.
Piştî pêşwazîkirina sivîlan ji aliyê asayîsa Rojava ve, ev xelkê sivîl bi awayekî ewle derbasî kampa Seed ya koçberên Dêra Zorê tê kirin.
Her ku şervan bi pêş ve diçin hejmara sivîlên tên rizgarkirin jî zêde dibe.
DÊRA ZORÊ