Şaxa ÎHD’ê ya Wanê binpêkirinên mafan ên di sala 2019’an de li Wanê qewimîne bi raporekê ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat gotin di salekê de li Wanê hezar û 657 caran maf hatine binpêkirin.
Rapor li avahiya Komeleya Mafê Mirovan IHDê bi civînekê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet di civînê de axivî û got: “Bajarê Wanê wek bajarê ‘qedexekirî’ tê nasîn. Her çiqas rewşa awarte OHAL hatibe rakirin jî bi awayekê darîçav û praktîk dewam dike.”
Melet bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Grûba Yorûm û ji Wezareta Dadê xwest guh bide daxwazên grûbê.
Piştî axaftina Melet, Rêveberê Navenda ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor xwend. Kalkan diyar kir ku îqtîdar li Tirkiyê darazê wek amûreke zordariyê li ser muxalif û muxalefetê bi kar tîne û got: “Li Tirkiyê azadiya gotinê û rêxistinkirinê di bin tehdîtê de ye. Li gel vê yekê jî şer û berberî her ku diçe kûr dibe û didomin. Ev yek dibe sedemê mirina însanan û binpêkirina mafan. Mafê hilbijartinê hatiye desteserkirin.”
Kalkan da zanîn ku li Tirkiyê di sala 2019’an de gelek rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan ceza li wan hatine birîn û zextên li ser siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, rojnameger û rewşenbîran dewam kir.
MA/WAN