Akademiya Şehîd Ehmed Badilî û Şehîd Nîdal Yusif dewreya 29`an a Erka Xweparastinê ku bi beşdarbûna hezar û 750 şervan bi rê ve diçû bi merasîmekê, bidawî kir.

Fermandarên Erka Xweparastinê û Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgin Ehmed tevlî merasîmê bidawîkirina dewreya ku 45 rojan domî, bûn. Mizgîn Ehmed li cihê merasîmê axivî û bi dawî kirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir.

Mizgîn  behsa pêngava 15`ê Tebaxê kir û anî ziman ku pêşketinên li Bakurê Sûriyê çêdibin encamên felsefeya 15'ê Tebaxê ne. Mizgîn bal kişand ser rewşa herêmê ya hesas, hewldanên komên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker û got, "Gelê herêmê bi têkoşîn û hevgirtina xwe planên wan vala derdixin." Piştî axaftinan şervanan sûnda leşkerî xwarin. Didawiya merasîmê de şervanan govend gerandin. 


HESEKÊ