Komîteya Rêveber a PKK’ê  di peyama xwe de 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê destnîşan kir ku ew dixwazin ev roj ji bo gelê cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bibe bingeha çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û wiha hat gotin: “Em bi van hêviyan 1’ê Îlonê li hemû gelan pîroz dikin û dibêjin bila bibe wesîleya aştî û azadiyê.”

PKK’ê di daxuyaniyê xwe de bal kişand ser ku gavên ku gelê Kurd ji bo aştiyê avêtiye heta îro bê bersiv hatiye hiştin lê dîsa jî ligel vê di encama israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2013’an de serdemeke nû hat destpêkirin. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ev biryar di şahidiya milyonana de hatiye girtin û bi hemû dinyayê re hatiye pxwarvekirin. Gelê me yê welatparêz, dostên me yên ku jiyaneke wekhev û azad dixwazin  pêvajoya nû ya ku Rêber Apo li Qada Newrozê da destpêkirin destekirin, wekî ku referandûmekê pêk bê vê pêvajoyê erê kirin. Partiya me PKK, gava ku Rêbertiya me avêtiye ligel rîskên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê û dewletê hebûn jî watedar dît û vê yekê wekî pêşîlêvekirineke dîrokî girt dest. Ji bo vê yekê bi bi hestiyariyeke mezin nêzî vê pêvajoyê bû û dibe.”
PKK’ê anî ziman ku ligel Rêberê Gelê Kurd çendîn cara hişyariya bi hewldanên yekalî çareserî pêk nayê jî Hikûmeta AKP’ê bi demagojiyan dixwaze ku îdraqa raya giştî tevli hev bike û hewldanên wê jî ji bilî berovajîkirinê tu tişteke din nîn e. Daxuyaniya PKK’ê bi van tespîtan dewam dike: “Ligel vê yekê jî di bin navê qalekolan bingeha ji bo şer bi hêz dike û di çarçoveya qirkirina çandî de li Kurdistanê bendavên ji bo Kurdistan bêKurd bimîne tên çêkirin, zêdetir dike, hejmara cerdevanan zêde dike. Ango hewldanên hikûmeta AKP’ê ne jî bo çareseriyê ji bo amadekariyên şer in.”
PKK’ê destnîşan kir kul i hemberî van hewldanan AKP behsa pakêteke demokrasiyê jî dike û têkildarî vê yekê jî ev tişt hat gotin: “Ji daxuyaniyên ku serokwezîr tê fêmkirin ku ew ê astengên li pêş perwerdeya bi Kurdî ji holê neyên rakirin, benda hilbijartinê dê neyê daxistin. Mafên herî bingehên ên wekî perwerde û daxistina benda hilbijartinê heke ku di pakêta wan de cih nagire. Ew ê têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd di wê pakêtê de çi hebe? Tişta ku divê bê fêmkirin pakêta AKP’ê ji bo mijûlkiirn û bi destxistina demê ye.”
PKK’ê bal kişand ser ku Rêberê Gelê Kurd heta 1’ê Îlonê dem da ye hukûmetê û daxuyanî bi van hevokan dewam dike: “Rêbertiya me bi dîroka destnîşan kiriye li hemberî taktîkên mijûlkirinê hikûmetê hişyar kiriye û ji bo ji tengaviyê xilasbûnê jî pêşniyara 8 komîsyonan kiriye. Ji berk u di serî de Rêbertiya me, hêzên me yên azadîxwaz ji bo pêşketina çareseriya demokratîk di nav hewldaneke bêhempa de ne ku ev yek ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn. Heke ne wisa bûna dê dîsa şer dest pê bikira. Demeke nû ya şer dê bi bandora xwe ve ji demên borî qat bi qat bi bandortir be û dê ji xwîna ku bi herike jî AKP berpirsiyar be.”

Rewşa Rojava

Di daxuyaniya PKK’ê de ciheke berfireh ji rewşa rojavayê Kurdistanê re jî hatiye veqetandin. Daxuyanî bin av hevokan balê dikişîne ser Rojava: “Li Rojava 1’ê Îlonê di rewşeke ku gefa dagiririn, ambargo û êrîşên çeteyan hene de tê pêşwazîkirin. Bi van hewldanan j îtê xwestin ku Rojava ji Kurdan were xalîkirin. Li Rojava şerekî mezin tê jiyîn. Hêzn ku ji sedî sed wekî dijberê hev tên zanîn û mirov qet nafikire ku ew ê bên cem hev ji bo Şoreşa Rojava bifetisînin hêzên xwe kirine ye. Hemû deriyên sînor li Rojava hatine girtin. Nahêlin ku alîkariyên mirovî jî bigihîje Rojava. Rêbeberiya başûrê Kurdistanê di girtina deriyê sînor de serkêşiyê dike. Hikûmeta AKP’ê ku dibêje ez ê li bakurê Kurdistanê pirsgirêkê çareser bikim hemû alîkariyên şer û lojîstîk dide çeteyan. Rêveberiyên başûr û hikûmeta Tirkiyeyê bi girtina deriyên sînor re dixwazin ku berxwedana gelê Rojava bişikînin, gel bi birçîbûnê terbiye bikin û wan teslîm bigirin.  Nahêlin ku pêdiviyên sereke yên jiyanê yên mîna xwarin û dermanan jî derbasî Rojava bibin. Her weha ji bo gelê Rojava welatê xwe biterikîne jî deriyên sînorê xwe heta dawiyê vedikin. Bi koçberkirina gel re dixwazin Rojava bê Kurd bihêlin.
Divê gelê me yê li Rojava neyê lîstikên koçberkirinê, yên koç kirine jî vegerin û ji bo xweseriya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin. Ev têkoşîn têkoşîna hebûn û parastina azadiyê ye. Ji ber ku şertê bingehîn ê mirovbûyînê, parastina welat û hebûna xwe ya civakî ye.”

Divê şoreş deng vede  

Daxuyaniya PKK’ê beşa têkildarî Rojava bi van hevokan bi dawî dibe: “Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Rojava li dijî êrîşan bi lehengî li ber xwe dide. YPG, ji bo parastina Rojava, ewlekirina pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk û afirandina Sûriyeya demokratîk, bi lehengî şer dike. Zarokên bedew ên gelê Kurd çi jin çi mêr, têdikoşin û digihêjin şehadetê.
Divê tevahiya gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê, xwedî li şoreşa Rojava derkevin, bi ruhê şoreşê tevlî têkoşînê bibin û piştgiriyeke bêsînor raber bikin. Divê em bi her tiştê xwe re şoreşa Rojava biparêzin û vê şoreşê li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin.”

ANF/BEHDÎNAN