Li gorî daxuyaniya YPS’ê, di çalakiyên li Hezexê 10, li navenda Şirnexê jî endamekî tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Nisêbînê jî maşîneke zirxî hat rûxandin.
Kordînasyona Giştî ya YPS’ê li ser şer û berxwedana li Hezex û navenda Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî hatin dayîn: “Roja 27’ê Sibatê saet di 16:00´an de çeteyên AKP’ê yên li Kurdistanê ji 3 baskan ve êrîşî taxên li navenda Hezexê kirin. Hêzên me ev çete hedef girtin. Di şerê li vir de 5 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Çeteyên tevgera taybet ên xwe vedikişandin, vê carê bi maşînên zirxî ji rêgeheke din êrîş kirin û ev çete jî hatin bêbandorkirin. Di encama teqîna xefikek ji teqemeniyê de, tankekê derba giran xwar û lê wer hat ku nema karibe bê bikaranîn. Piştî teqînê 4 endamên tîmên taybet hatin kuştin. Li heman herêmê di çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin. Çeteyên AKP’ê yên êrîşa wan hat şikandin, piştî vî şerî û xwarina derbên giran xwe vekişandin. Dûre bi teknîka giran bombe li taxan barandin.”
Li Şirnexê endamekî tîmê taybet hat kuştin
YPS’ê li ser çalakiyên li navenda Şirnexê jî agahî dan. Li gorî vê yekê, Di şeva 27’ê Sibatê de, çawişekî pispor li taxa Yenîmahalle ya Şirnexê di cafeya xwe de hedef hat girtin û bi giranî birîndar bû.
Li hemberî mala polîsan a li taxa Bahçelîevler a li navenda Şirnexê jî çalakiyeke sûîqestê hat kirin û li vir polîsek hat kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Roja 27’ê Sibatê danê nîvro, çeteyên AKP’ê bi kepçeyan hewl dan bendên li taxa Yeşîlyûrt a li Şirnexê rakin. Di vê kêliyê de hêzên me li vê kepçeyê dan û ew bêbandor kirin. Operatorê kepçeyê di encama vê çalakiyê de bi giranî birîndar bû.
28’ê Sibatê saet di 06:00´an de li ser kolana Çaxçax a Nisêbînê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hedef hat girtin û hat rûxandin. Lê belê hejmara çeteyên di hundirê vê maşîna rûxandî de bûn, nehat zelalkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
HPG: 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya hêzên gerîla ya li hember qereqola Findikê ya Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di şerê li Mêrdînê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
HPG’ê têkîldarî çalakiya 27’ê Sibatê ya li hember qereqola Findik ê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ev agahî parve kirin: “27’ê Sibatê saet 12.45’an hêzên me yên gerîla li hember tabûra Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Di tabûra Findikê de ku hêzên me ji 2 baskan ve lê dan, 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin, helîkopterên Kobra jî qad gulebaran kir. Her wiha qereqolên li qada Gabarê jî qada Gabarê bi obus, hawan û tankan bombe kir.”
Gerîlayek şehîd bû
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 23’ê Sibatê li nêzî gundê Bihênê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera komek gerîlayên çûyî wezîfeyê û leşkerên artêşa Tirk de şerekî demkurt derket û di vî şerî de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da. HPG’ê diyar kir ku dema agahiyên nasnameyên gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî bê zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.