Bêdengî, gelek tiştan li pey xwe vedişêre.
Kurdan, di têkoşîna li dijî faşîzma kesk de, xwe tu caran bêdeng nekiriye. Êşa xwe diqîrin û bang li wijdana raya giştî ya cîhanê dikin..
Êşa Kurdan ne tenê bedenî ye. Saziyên civaka Kurdan jî diêşînin. Yek ji van saziyan ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya ye. Ji sala 1995’an û vir ve, dema MED-TV hate damezirandin û heta îro, êrîşên li ser telewizyonên Kurd nehatine rawestandin. Televîzyon amûrê herî bi hêz yê medya ye. Dewleta Tirk, ji hêza medya Kurd ditirse. Tirsa Dewleta Tirk û desthilatdariya wê demê, bû sedema êrîşên dijwar û bi desteka hêzên navneteweyî MED TV hate girtin.
Kurdan MEDYA TV vekir. Êrîşên dagirker û hevkarên wan bi dawî ne hatin. Navenda, hevparên ku karên televîzyonên Kurd dikin jî li Belçîka ne. Dewleta Belçîka jî, di nava hevkariya li dijî Kurdan de cih digire. Polîsên Belçîka êrîşên ku bi navê ‘supîtnîk’ di bîra gelê Kurd de hatiye neqiş kirin lidarxistin.
Piştre, berî ku Dadgeha Danimarka biryarê eşkere bike, polîsên Belçîka, li dijî studyoyên ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya, êrîşeke dijwar lidarxistin. Di navbera gel û polîsan de şer derket. Di encamê de Dadgeha Danimarka biryara girtinê neda, lê cezayê peran da û tewanbariyek ne cihê wê de kir. Ev zordestiya li hemberî hiquqê navneteweyî û mafên gelê Kurd bû. Li ser vê tewanbariya antî exlaqî û antî hiquqî, hevpara fransî Eutelsatê, bi biryarek yek alî weşena ROJ TV qut kir. Ev biryar, ne di çarçoveya rastiya bazirganiyê de bû, dîsa binpêkirina hiquqê Fransa û navneteweyî bû. Dİ 02. 02. 2012’an de rûniştina Dadgeha Îdarî ya Fransa ku li ser dijberiya parêzerên ROJ TV pêk hat bû. Aşkerakirina biryarê hişte 10’ê sibatê. Di hiquqa bazirganiyê de, rojek, danek jî giring e, ji ber ku hiquqê bazirganî, mafê bidestxistina kar, bêhtir ji mafên mirovan diparêze. Lê Dadgeha Îdarî, biqasî hevpara fransî Eutalsatê, neheqî kir, 8 rojan weşana ROJ TV qutkirî hişt. Ev tê wateya ku ew hevparên produksiyonê ku ligel ROJ TV kar dikin, bi sedhezaran euro ziyanê bikin.
Lê ya balkêş, zordestiya piştî biryara yek alî ya hevpara Eutelsatê bû. Ji ber ku rêvebirên ROJ TV, ji bo weşanê bidomînin bi hevpara Intelsatê re peyman çêkirin û weşana ROJ TV li Rojhilata Navîn domandin. Hevkarên, ku di komkujiyên siyasî, kulturî, eskerî û sivîlan de, di karanîna çekên kimyewî de Tirkiyeyê destek dikin, zext û zor li Yewnanîstanê kirin û weşana ROJ TV ya li ser Întelsatê re jî, qut kirin.
Bêguman em zordestiyeke mezin e û li hemberî gelê Kurd jî ev zordestî di rengekî bê exlaqî tê kirin. Lê dive ku Kurd zanibin, ew hêzên ku dibin hevparê Tirkiyeyê yên sucê mirovahiyê, di binpêkirina qanunên bazirganî û mafên ragihandin û ramanê azad de, gelekî heyirî namînin.
Balkêş e, ku di van kiryarên li ser ROJ TV de, Tirkiye bêdeng e. Ev encama şîretên birayê mezin Amerîka ye. Helbet Kurd jî di nava xwe de dikelin û hêrsa li dijî vê zordestiyê di nav xwe de kom dikin. Helwet wê roj werê ku ev hêrsa di nava kela dijwar de, li dijî, neheqî û zordestiyê biteqe.
Helbet neheqî û antî-hiquqiya li dijî gelê Kurd ne tenê girtina ROJ TV ye.
Siyaseta taybet ya li Îmralî û di şexsê birêz Ocalan de tê meşandin, gihaye asta komkujiyan û dergûş û çavkaniya (!) demokrasî û mafê mirovan Ewropa jî bêdeng e. Amerîka jî vekirî komkujiyên li dijî gelê Kurd û siyasetên taybet yê di mer’iyetê de destek dike. Gelo raya giştî ya cîhanê wê heta kengî li hemberî van kiryarên komkujiyê bêdeng bimîne û pêl wijdanê xwe bike?
Kurdên li Ewropa, ji 1’ê sibatê û vir ve di Meşa Dirêj de ne û ber bi Strasbourgê dimeşin. Meşa Dirêj, wê di nava 18 rojan de, 400 kilometreyî bimeşin û di atlasê mêjiyê Ewropiyan de, nexşeyeke balkêş çêbikin. Ji ber ku meşa Kurdan, bi kal, jin û ciwanên Kurd, bi siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gel, dibin serma tofanî de, wê biqasî dijwariya seqemê bandorê li bende û mêjiyê ewropiyan bike. Wê bibînin ku, bi hezaran Kurdên di riyan de, li destîniya xwe digerin û li dijî rekiha hêzên global, ku gelê Kurd, dûçarî qirkirinan dike dimeşin.
Ew hêzên global ku Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, dîl girt û li Girava Îmralî zincîr û lele kir; geh bi îşkenceya psîkolojîk, geh bi îşkenceya êrîşên bedenî, geh bi tecrîda 6 meh û 12 rojan mirina reş kirine pratîkê; siyaseta xiyaneta Kurdan û kuştina Kurdan bi Kurdan kirine mer’iyetê, dixwazin destîniya destpêka sedsala bîstan bînin serê Kurdan.
Her çiqasî di navbera hêzên Kurdan de, yekitiyek çênebûbe jî, gel li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek, di her firsendê de û li dijî her bûyerê mesajê didin ku gelê Kurd ne yê berê ye, di hestên neteweyî de bûye yek û di nava xwe de dikele. Li dijî zordestî û neheqiyên li ser gelê Kurd û saziyên Kurd, dijberiyên tund nîşan dide.
Kurd ne ji zordestî û êrîşên Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê bêzar û neçar dibin; ji hevkarî û desteka hêzên navneteweyî, ji dîplomasiya navneteweyî û ji siyaseta navneteweyî, ku bi zilmkariyek derî însanî mafên gelê Kurd yê jiyanê binpê dikin bêzar û cigerbixwîn in.
Dive bê zanîn ku gelê Kurd bê televîzyon be jî, wê pirsgirêka xwe, di her qada jiyanê, siyasî, aborî, civakî, hiquqî, seyran û geşta rojane de bike rojeva tevahiya Ewropa. Hêzên global û dîplomasî û siyaseta cîhanê nikare xwe ji sucê mirovahiya di şexsê Kurdan de pêk tîne xelas bike. Hêzên Global, îro ketine dewsa Mogolan.
Rewşa îro ya hêzên global ku ligel dewleta Tirkiyeyê, di her kiryara qirkirin û komkujiyên li dijî Kurdan de, mîna hêzên Mogolan kar dikin. Talanê dikin û qirkirinê dikin. Bê çawa Mogolan li seranserî cîhanê talangerî û kujerî dikirin, îro hêzên global, li Kurdistanê, ligel Tirkiyeyê, qirkirina gelê Kurd dikin. Mogolan ji seriyan mînare çêdikirin; Tirkiye û hevkarî û desteka hêzên global, ji serê kuştiyên Kurd jî şikêran çêdikin.
Li Geliyê Tiyarê 36 gerîla bi çekên kimyewî hatin kuştin, ev şikêrek... Li gundê Roboskê, 34 gundî bi bombardumana balafirên şer yên artêşa tirk hatin kuştin, ev şikêra duyemîn.. Li Amedê navenda JÎTEM’ê 26 qoqên seriyê mirovan hatin dîtin, ev şikêra sêyemîn... Mirov dikare van hejmaran zêde bike, ji ber ku her gora komî, şikêrek ji seriyê mirovên Kurd e.
Tê zanîn ku cografya Kurdistanê jî, bi gorên komî hatiye xemilandin.
Hêzên Global bûne hêzên mogolî