Hêzên Heşdî Şebî ku li gundên rojhilatê Şengalê operasyon dabûn destpêkirin, gihiştin sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê. 

Heşdî Şebî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li çolê mûcizeyek pêk anîne û gihiştine sînorê Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Heşdî Şebî di navbera bakurê bajarokê Beac û rojhilatê Şengalê de korîdorek vekiriye û gihiştiye sînor.

Hêzên Heşdî Şebî ku di hefteya destpêka meha Gulanê de li ser gundên başûrê Şengalê operasyon dabû destpêkirin, di 18'ê Gulanê de berê xwe dabû bajarokê Qayrawan û di 23'ê Gulanê de bajarok kontrol kiribû. Piştre hêzên Heşdî Şebî gundê Koço rizgar kiribû û ber bi sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve hîna bi pêş ve diçin.


 ŞENGAL