Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê, di roja 12. de dewam dike. Di şerê pêr bi şev de ku çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dan, hêzên HSD'ê gundê Melxuxa û gundikê Soranê ji çeteyan paqij kirin. Di operasyona hêzên HSD'ê ya duh bi şev de, li gundê Mîtwesta yê li nêzî Gola Xatûniyê, serçeteyê bi navê 'Ûdeyîm Mihemed Sûltan' hat kuştin.


2 serçete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di encama operasyona hêzên wan a li dijî çeteyan de 2 ji wan sertçe bi giştî 4 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Kobanê û Girê Sipî bi topan êrîşî gundan kirine û êrîşên artêşa tirk jî didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“1. Di 9’ê Mijdarê de hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku amadekariya êrîşekî dikirin operasyonek lidar xist. Di operasyona ku li hemberî gundê Sebî Zilam a dikeve quntara Çiyayê Kizwanan de maşineyek çeteyan hate ruxandin. Di vê qadê de tevî 2 serçeteyên bi navê Ebû Omer û Ebû Yusuf bi giştî 4 çete hatin kuştin.

2. Di 9’ê Mijdarê de di navbera saetên 02.00 û 03.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajaroka Şêxlera Jorîn a giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek lidar xistin.

9’ê Mijdarê di navbera saetên 03.00 û 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Kuneftar a dikeve rojhilatê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek lidar xistin.

3. Êrîşên arteşa tirk ên ku di 24’ê Cotmehê de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

9’ê Mijdarê di navbera saetên 03.00 û 04.00’an de arteşa tirk li dijî noqteya Zeytûnan a dikeve rojavayê Girê Sipî bi çekên giran a A4 êrîşek lidar xistin.

4. Xebatên hêzên me yên paqijkirina mayinan a li quntarên bakur a Çiyayê Kizwanan berdewam dikin. Hêzên me di herêma Til Magar de gellek mayinên ku çeteyan di qadên sivîlan de berê bicih kiribûn bêbandor kirin.” 


 HESEKÊ




Nasnameya 4 lehengan hat eşkerekirin


Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di Operasyona li başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya têkoşeran bi daxuyaniyeke ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: 

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê roj bi roj destanên dîrokî diafrîne û navê xwe li Rûpelên dîrokê de geş dike.

Bêguman ev bi giştî bi saya berxwedaniya şervanên azadiyê û gelê welat parêz yê ku zulumkarî li ser xwe qebul nake û li dijî hişmendiya desthilatdar berxwedanek dîrokî dide nîşandan. Ew berxwedanî herdem tekoşîna me mezin kir.  Îro jî taybet lehengen azadî ên ku hemberî dijmenên hov şer dikin, tekoşîna wan bi cesaret û biryareke mezin berdawam dike.

Di tekoşîna hêzên me yên di bin sêwana Hêzên Sûriya Demoqratîk de li Kantona Cizîrê de li Holê li dijî komên tarî tê meşandin de rêhevalên me Sultan Narîn binasnav Tekoşîn Lîce, Harun Turk binasnav Şiyar Amed, Delîl Musa binasnav Rêdûr Kobanê û Soner Barîn bi nasnav  Berxwedan Botan bi ruhekî fedayî şerkirin û gihiştin asta Şehadetê. Şehid temînata serkeftin û teqez mezinkirina tekoşîne ye.

Dîsa em ser saxiyê ji tevahî malbatê Şehîdan û Gelê Kurd re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”