Berdevkê koalîsyona hêza dijberî DAIŞ‘ê yê Amerîkî John Dorrian, têkildarî operasyona rizgarkirina Reqayê agahî da û diyar kir ku teqez QSD di operasyonê de cih digire. Çapameniya DYA’yê ragihand ku biryar hatiye dayin ku hêzên nû yên DYA’yê ji bo operasyona Reqayê bişînin Sûriyeyê.  

Dorian daxuyand ku QSD’ê 7 hezar û 400 Km2 ji gundewarên Reqayê rizgar kirin. Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê John Dorian li ser malpera xwe ya Twitter’ê daxuyaniyek weşand û got ku “Hevalbendên me 7 hezar û 400 Km2 ji xaka rojava, rojhilat û bakurê Reqqayê ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de vegerand”.

DYA hêzên xwe zêde dike

Girêdayî operesyona Reqayê, rojnameya Washington Postê doh nûçeyek weşand dibêje ku Amerîka plan dike ku di çarçoveya Operasyona Reqqayê hezar leşkerên din bişîne Bakurê Sûriyeyê.

Di nûçeya rojnameyê ku xwe spartiye rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de hatiye diyarkirin ku ger plan ji aliyê Wezîrê Parastinê James Mattis û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve were qebûlkirin, Amerîka wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê 2 qatan zêde bike. Hat gotin ku ev leşkerên ku wê ji Yekîneya Seferî ya Piyadeyên Behrê ya 24emîn û Tumena Daxistinê ya Hewayî ya 82yemîn pêk were.

Amerîka di hefteyên borî de 250 leşkerên xwe şandibûn Minbicê û 200 hêzên deryayî jî şandibûn nêzîkî Reqayê. 

WASHÎNGTON