Piştî dagirkirina buroya PDK’ê ê ji alî xwepêşanderan ve, hêzên PDK’ê li ser welatiyan gule reşandin û li wir du kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.Navê kesên ji alî hêzên PDK’ê  ve hatine kuştin Aram Bayîz û Osman Ednan in Her wiha hat ragihandin ku xwepêşandêrên Kelar piştî buroya PDK’ê ya li navçeyê şewitandin, êrîşê ser buroya Partiya Yekîtiya Îslamî kirin, buro dagirkirin û ala partiyê anîn xarê.
 
Nerazîbûn zêde dibin
Her wiha Li qezaya Şarezûr û nahyeya Warmave jî gel dest bi xwepêşandanan kirin û êrîş bidin ser buroyên PDK û Yekgirtûya Îslamî û gelek saziyên hikûmetê.
 Şevê din PDK’ê her du buroyên xwe yên li Qezaya Şarezûr û Nahiyeya Warmava yên ser bi Silêmaniyê radestî hêzên ewlekariyê kirin. Lê belê xwepêşandêran êrîş birin ser buroya PDK û hemû sazî û dezgehên li qezayê.
Gelek hêzên ewlekariyê ji cihê bûyeran re hatine veguhestin ji bo ku pêşiya êrîşên li ser baregeh û saziyan were girtin.

Ofîsên KNN û NRT hatin girtin
Li Başûrê Kurdistanê ku bi mehan e ji ber krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê aloziya siyasî didome, ji duh ve ye pevçûnên siyasî gur dibe. Televîzyonên NRT û KNN jî ragihandin ku ofîsên wan ên li bajarên Duhok û Hewlêrê hatine girtin û karmendên wan jî ji van bajaran hatine derxistin.
Televîzyonên KNN û NRT ku navendên wan li Silêmanî ne, ragihandin ku ofîsên wan ên li Hewlêr û Duhokê ji aliyê hêzên asayişa KDP’ê ve hatine girtin û karmendên wan jî ji wan bajaran hatine derxistin. Rêvebirên her du kanalan jî dan zanîn ku karmendenên wan berê xwe dane bajarê Silêmaniyê. Wekî k tê zanî KNN televîzyona fermî ya Tevgera Goranê ye û NRT jî girêdayî şîrketa Naliya ye.