Çekdarên Komara Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam ku çekdarên Cebhet El-Nusra beşek wê hêzaye, deverên hesas ku bandorê li jiyana rojane ya mirovan dikin mîna aş û navenda çêkirina ceyranê kirine destê xwe. Tê ragiyandin ku ev hêza bi wî rengî li ser heremê kontrola xwe çêdike û bi çarenûs herêmê dilîz e. Li aliyê din çekdarên Îslamî yên Komara Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam herêmên Sifêra û Babê ku wek herêmên bi çandiniya xwe tê zanîn, her wiha Bendava Tişrîn a Reqayê ku navenda ceyranê ye jî xistiye bin kontrola xwe û hemû pêdiviyên jiyanê ên herêmê xistiye bin kontrola xwe.
Welatiyên Ezaz bêzar in
Di dorpêçkirina Efrîn de çekdarên Artêşa Hur bi alîkariya çekdarên Komara Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam dorpêçkirine û aşê herêma gundên Helebê xistine destê xwe. Hate zanebûn welatiyên Ezaz’ê ne razîbûna xwe li dijî kiryarên çekdarên Îslamî xwe nîşan dane, lê ji ber ku hêza komên Îslamî bûye, nikarî bûne tiştekî bikin.
Li derdora Efrînê hêzê dicivînin
Li aliyê din jî li gundên Îdlib’ê ya nêzî navçeya Cindêrisa Efrînê û bi taybet bajaroka Darit Îze û herêma Etma bûne wargehên hêzên îslamî yên radîkal. Çekdarên ku kesê bi navê Ebû Usama El-Tûnisî rêvebiriya wan dike û girêdayî Cebhet El-Nesra bajaroka El-Dana ya 10 kîlometrî durî Cindêrisa Efrînê û riya sereke ya di navbera Îdlib û Helbê ku wek riya veguhestina bazirganî tê zanîn , xistiye bin kontrola xwe. Wan komên radîkal Îslamî wê rengî bazirganiya herêmê tev xistine bin kontrol dikin. Ev herêma behsa mijarê dikeve çerxeriyek girîng, riya deriyê Sînor ê Bab El-Hewa û herêmên gundê Idlib û Helebê bi hev girêdide. Tê diyar kirin ku beriya niha li ser deriyên Sînor ên Bab El-Hewa û Til Ebyed ên li ser sînorê Tirkiyê pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Artêşa Hur û çekdarên Îslamî yên radîkal de rû da ne. Hate zanîn ku di encama wan şeran de her dû alî wendahiyan dane û Cephed Nusra li heremê xurt biye.
Ji aliyekî din ve çavkaniyekî cihê baweriyê dide diyar kirin ku, çekdarên Îslamî komên Artêşa Hur berdidin hev û piştre dikevin navberê û xwe wek aliyê sêyemîn nîşan dikin. Li ser bûyerekî dawî çavkanî dide diyar kirin ku pevçûn di navber tabûra Ebû Hemza Esed Elah a girêdayî Lîwaya 33 a Artêşa Hur tabûrên din ên Artêşa Hur rû dan, hêzên Îslamî ketin navbera wan û bi behaneya rijandina xwîna misilman bi destê Misilmana herame, çekên herdû aliyan destser kirin û hêza xwe li şûna bicih kirin.
Cephed El- Nusra bihêz dibe
Çavkaniyên heremî didin diyar kirin ku di demên dawî de Komara Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam hêza xwe li herêmên Sûriyê pir zêde kiriye û hêzên ku li dûrî wan be ji alî wan ve tên darizanedin û fermana kuştina welatiyan didin û bihan kesan bi wê henceta kuştine. Ev hêzan li derdora Efrînê zêde dikin û têkiliya wan di êrîşên dawî li dijî şervanên YPG᾿ê a li Gundê Dêr Belût de heye.
BAHOZ EHMED/ANHA/EFRÎN