Rejîma Sûriyê ya bi piştevaniya Rûsyayê ev hefteyeke rojhilatê Derayê pir zêde bombe dike. Ev herêma li başûrê Sûriyê, li platoya Golanê û li ser sînor e, ku di bin dagirkeriya Urdun û Israîlê de ye.
Hêzên rejîmê sêşemê Bars el Harîr û Mlîhat el Ataş ku cîranê hev in, standin û cihên li rojhilatê Derayê yên di dest komên çekdar de dabeş kirin.
Midûrê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê Rabî Abdul Rahman ji bo vê operasyonê got, ’’pêşketina herî girîng a rejîmê ya vê heftiyê’’. Rahman anî zimên ku rojhilatê bakur bi temamî hatiye dorpêçkirin.
Li gorî Mala Çavdêr duşemê li Basr El Harîrê bi kêmanî 15 endamên koma çekdar hatin kuştin. Ji sêşema bihurî ve 29 endamên komên çekdar, 24 leşkerên rejîmê û 32 sivîl hatin kuştin.
Hate gotin ku hêza hewayî ya Rûsya jî herêma rojhilat a Derayê bombe dike, li gorî Mala Çavdêr 20 hezar kes ji ber vê yekê reviyan.
Sivîl direvin
Ev herêmên ku di dest komên çekdar de ne Tîrmeha 2017’an weke herêmên bê şer û pevçûn hatibûn ragihandin. Peymana agirbestê di navbera Moskow, Washîngton û Ammanê de hatibû danîn. Dera û Kuneytra 70 ji 100’î di dest komên çekdar de ne. Rejîm jî herêma sêyan ku başûr temam dike, Suveydayê kontrol dike
Tê gotin ku Emerîkayê pişta xwe daye komên çekdar ên li herêmê, ku berê alîkarî bi wan re dikir. Heftiya bihurî berpirsekî koma çekdar gotibû heke rejim operasyonekê bi ser wan de bîne DYE wê alîkariyê bi wan re neke.
DERA