Êdî em dizanin çi rê li ber Mega-Tsunamiya li peravên Gronlandê kir qiyamet. Na ne erdhej bû ku çawa pêşî guman hatibû kirin. Êvara 17´ê Tîrmeha bihurî li beşeke peravên Rojava yîn Gronlandê pêleke dêw a tsûnamî ya 91 metroyan bilind rabûbû.
Ji be rku li herêmê kêm mirov hebûn, zirara madî û canî kêm bû. 4 kes mirin, 5 kes bi sivikî û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Lê na, sedem ne erdhej bû, erdhejeke piçûk çêbûbû ku hêza wê 4 pile bû, wê kir ku erdeke têra xwe mezin biheze û birije deryayê. Ha vê erda heziyayî kir ku ku mega-tsunamî pêk were.
Di wêne de cihê nîşankirî erd heziya û rijiya deryayê li Fjordê. Pêlên ku li cihê pêk hatî bilindahiya wan gihişt 91 metroyan, dema ku gihişt peravên Fjord yên 6 kîlometroyan berê wan heye, bilindahiya pêlan 50 metro bû; 30 kîlometroyan li perevana demekê ava deryayê qederê 10 metroyan bilind ma.
Hermann Fritz, ê ji Standartê ev tsunamî şiband bûyera felaketa Vajontê ya sal 1963´an. Hingê sirtekî çiyayekî bi temamî rijiya nava goleke çiyê ya Bakurê Îtalyayê, ava golê jê pekiya û di encamê de qederê 2000 mirovan hingê mirin.
Tê zanîn ku behsa mega-tsunamiyên heta bi 500 metroyî jî tê kirin, demeke dirêj gelek zanyaran ji vê bawer nedikir, heta ku pêrar li Alaskayê di encama erdheje di binê deryayê de megatsunamiyeke 300 metroyî bilind çêbû.
NAVENDA NÛÇEYAN