Sorgul ê ku yek ji dinyadîtiyên medyaya dîtbarî ya Kurdîziman e, van êrişan di çarçoveya ontoljiyê de şîrove dike û dibêje, “Mesele ya hebûnê ye. Dijminê wî ku di qonaxa îro roj de êdî pirraniya vî gelî bi wê şuûrê jî radibe, dixwaze wî tine bike. Ev tinekirin jî ne ileh fizîkî û bedenen e. Dixwaze bi çanda gelê Kurd, bi zimanê wî bi nasnameya wî tine bike.”

Bi qasî dijminê xwe hesas bin

Rêşad Sorgul weke cihê daxê îşaret bi wê yekê dike ku qismî bi ser hev çûna, bi hev şibiyana gelê Kurd û aliyê ku ew dijmin dibîne, wê şiyan û qudreta berxwedanê û muqawemeta êrişan kêm dike, heta ji holê radike. Di vê peywendê de, Sorgul bi bi bîr xist kir ku “qirkirinê” bi rêya qanûnan û asîmîlayonê li dijî gelê Kurd li Tirkiyeyê bi sala 1925´an dest pê kiriye û her meşiyaye û wiha dewam dike: “Îro jî ev dewlet di warê tinekirina Kurdan de gelekî hesas e, ew tinekirina Kurdan di asîmîlasyon û helandinê de dibîne. Di vî warî de eger Kurd bi qasî dijminê xwe hesas bûna, bawer dikim wê pêşî li vê bigirtana. Di vê warî de divê bê navber, bê vehesîn em hev du serwext bikin. Wisa bibe mirov dikare seferberizekê derxe holê. Bibe reaksiyonê siyasî re bike yek, wê dengê wê xurttir derkeve. Nerazîbûna li dijî zorbetiya dewleta Tirk di wê astê de nîne, bersivê bidiyê. Ew şuûr jî tineye. Ew kesên dibêjin em kurdîperwer in, em ji ziman hez dikin jî mirov ne piştrast e. Çima, mesela heta beriya bi 50 salan jî sîstema wan a perwerdeyê para bêhtir medrese bûn. Kî li wir bû, meleyek bû, feqiyek bû, seydayek bû. Ev kes bi zikata gundekî razî bûn. Van insanan heta radeyekê wezîfeyeke baş kir. Lê belê îro kesên dibêjin em ji Kurdî hez dikin, kurdperweriyê dikin, nîviyê riba vê jî nakin. Ez mecbûr im vê bibêjim. Şagirtên wan tinene, dersdar tinene, hebe jî kêm e. Bifikire, her mamosteyekî Kurdî, her kesê dibêje ez ji Kurdî hez dikim wek artêşekeê seferber bibûya, her yekî ji wan deh kes perwerde bikirana, wê hingê pişta vê pergala bextreş bidana erdê.”

LUQMAN GULDIVÊ