Gerîla Cîlo ji ber ku bi lehengîyek û qehremaniyek mezin jiyana xwe ji dest dide, ji ber vê yekê ev berxwedanî wek mîrasek û destanek di dîrokê de di nivîse. Ji bo ev destan were zanîn û naskirin, hevalên wê yên di nava têkoşînê de bi van gotinan jiyana wê tînîn ziman. 

Rûken Jîrkî axaftinên  xwe ji bo Cîlo wiha dest pêdike; “Jiyan herdem di nava herikandineke bê dawî de ye. Rêheval Cîlo jî miroveke wisa bû ku di jiyana xwe de, her dem di nava têkoşînê debû û li pey vê rastiyê bû.”

Rêhevala wê di gotinên xwe de baldikşîne li ser wêrekti û berpirsiyartiya Cîlo û wiha berdewam dike; “Bi rastî jineke wêrek û pir asî bû, tu caran  di jiyanê de xwe nedida paş. Li hember neyar kînekê wê yê bêhempa hebû. Ev kîna wê jî ji rastiya neyar ya li hember welat û gelê wê dida jiyan kirin dihat.” 

Diheman demê de Rûken Jirkî bal dikşîne li ser feramandariya Diljîn û wiha dibêje; “ Di şert û mercên herî zor de heremên weke Zagrosan  de fermandariya yekînekê xweser dikir. Ji ber ku di kesyeta xwe de kesayata fermandarî da bû avakirin. Her wiha Cîlo ji bû tevahî hevalan bibû hêza çoş û kêfxweşiyê.” 


Her tim li pey pîvanê rastiyan bû 

Gerîlaya YJA Star Zinarîn Qamîşlo jî balê dikşîne li ser hevaltiya gerîla Diljîn û wiha dibê je; “Rêheval Diljîn her tim ji xwe re rêhevaltiyek rast esas digirt û wisa jî jiyan dikir. Di jiyana xwe  ya şoreşgerî de xwedî pîvanên rast û vekirî bû. Her tim li hember kêmasî û şaşitiyên xwe di nava têkoşîne de bû. Her wiha cudahî ne dixist di nava hevalên xwe de.” 

Zinarîn di nava gotinên xwe de li ser ezmûnên ku gerîla Diljîn ji jiyanê girtiye wiha vegotin dike; “Rêheval Diljîn xwedî fedekartiyek û berxwedaniyek bê sînor bû. Bi rastî jî rêheval Diljîn xwedî ezmûnên gelek mezin bû. Ev ezmûnên xwe jî ji jiyana xwe û ji hevalên xwe girti bû. Ev ezmûnên xwe jî bi hevalên xwe re parvedikir. Di heman demê de bû sembola girêdan bûna xwe bi Serokatî re û teslîmnebûna jina Kurd li hember xiyanetê. Rêheval Diljîn bi têkoşîna xwe û bi sekna xwe ji her kesê re sekna jina Kurd da diyar kirin.”


DILHAT AGIRÎ/BEHDÎNAN