
HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE
Hunermendên jin ên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku di warê çalakiyên hunerî de xwe bi hikûmeta Îranê ve girê nadin û got; “Li hinek cihan rola jinan a hunerî ji ya mêran zêdetir e.”
Jinên şanoger û sînemakar ên Rojhilatê Kurdistanê behsa pirsgirêk û rewşa huner, jin û huner li Rojhilatê Kurdistanê kir.
Nacî Silêman a li Rojhilatê Kurdistanê karê derhêneriya filmên sînemayî dike. ew dibêje; “Heger em behsa rewşa huner û rewşenbîriya li Rojhilatê Kurdistanê bikin û bînîn beramberî Başûrê Kurdistanê, ez dikarim bibêjim, li Rojhilatê Kurdistanê huner pêşketîtir e. Ji ber ku li wir ji bo hunermendan derfetên zêdetir hene, derfet hene derhênerên sînemayê bi hev re peywendiyan deynin, li cihên taybet bicivin û nêrînên hev bigirin.”
Jinan meydan ji bo xwe vekir
Nacî Silêman axaftina xwe wiha didomîne; “Cihê kêfxweşiyê ye ku hunermendên Rojhilatê Kurdistanê timî amade ne hevkariya hev bikin, ji bo encamdana karên hunerî. Vê yekê wisa kir ku heger hikûmet û aliyên peywendîdar alîkariya hunermendan nekin, zêde bandorê li ser hunermendan nake. Her wiha hemû beşên cuda yên hunerî xwediyê taybetiyên xwe ne. Lê, bi şêwazekî giştî zêdetir girîngiyê didin hunerê sînemayê. Bi vê rêyê zêdetir dikarin bala raya giştî ya navneteweyî bikşînin ser xwe.”
Derhêner Nacî Silêman wiha balê dikişêne kişand rola jinan a di huner de: “Li gorî salên bihurî jin di warê hunerî de zêdetir bûne xwedî rol, ji ber ku jinan bi xwe gaveke mezin avêtiye. Karîbûn astengiyên civakî bişikînin. Her wiha di hinek karên hunerî de, rola jinan ji ya mêran zêdetir e.”
Kevneşopiya civakî maye
Şanoger Dunya Guvtarî ku li Rojhilatê Kurdistanê karê aktoriyê dike, wiha behsa rewşa hunerê li Rojhilatê Kurdistanê dike; “Li Rojhilatê Kurdistanê, welatî tevlî beşên cuda yên huner dibin. Mînak, bajarê Sine, kêm malbat hene ku yek ji endamên malbatê bi huner re mijûl nebe. Di warên cuda de karên hunerî dikin. Vê yekê wisa kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê di warên cuda de huner balê bikişîne.”
Dunya Guvtarî got; “Weke hunermend çend pirsgirêk û astengiyên me jî hene. Em nahizirin ku di her karê hunerî de hikûmet wê alîkariya me bike. Em li şirketekê yan jî sermayedarekî digerin ji bo ku sponsoriya karê me bikin. Her wiha hezkirina me ya hunerî wiha kiriye ku em li astengiyan nealiqin.”
Dunya Guvtarî axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Li gel ku beşdarbûna jinan a di karê hunerî de cihê kêfxweşiyê ye, lê hê bandoreke zêde ya kevneşopiya civakê maye, hinek jin xwedî hunerekî taybet in û nikarin bên pêş. Lê sal bi sal ev bandor kêm dibe.”