Bi hezkirineke mezin karê xwe dikir lewma jî bû Mam Zekî. Di nav civaka Êzîdî de, kes nikare zû bi zû bibe Mam. Bavê min bi hezkirina xwe kir ku xelk jê re bibêje Mam.

 

EGÎTEREN / CELLE

Zekî Şengalî (Ismaîl Ozden) ku bi êrişeke bêbextane 15´ê Tebaxa bihurî şehîd bû, ji bo xelkê Êzîdxanê bi hezkirin û dilsoziya xwe bû Mam. Keça wî Leyla jî îşaret bi vî aliyê wî û bi kedkariya wî dike.

Leyla Ozden dibêje, gava ez hatim dinê, bavê min di nav Tevgera Azadiyê de bû, ji ber vê jî min ev kêm li malê didît. Leyla derûniya xwe wê çaxê bi hevoka "li zarokekê bifikirin ku tim û tim çavê wê li derî be" tarîf dike. Leyla dema behsa bavê xwe dike ji me re herî zêde jî îşaret bi wê yekê dikir ku ew her di nava Tevegra Azadiyê de bûye: "Demekê bavê min di girtîgehê de bû, me ev didît. Belkî di jiyana xwe de, herî zêde me ew, wê demê didît. Min digot belkî derkeve, nema ji cem me biçe."    

Sala 1999´an jî ew sal e ku Mam Zekî Şengalî, ji bo malbata xwe, êdî li Kurdistan û Êzîdxanê ye; Leyla wê demê wiha vedibêje: "Piştî 1999´an bavê min çû welêt ji hingî ve jixwe me ew li Elmanyayê, li mala xwe nedît. Heger derfet hebaya, em diçûn serdana bavê xwe. Bide ser hev belkî saleke sax jî em bi hev re nemane. Dema ji me veqetiya jî, ez 14, 15 salî bûm û gelek zehmet bû ji bo min. Sala 1999´an gava cara talî hat ji me xatir xwest bi rastî min pir fêhm nedikir ka ez bibêjim careke din nema vedigere. Ji bo min normal bû, min digot, bavê min dîsa bi rê ket."

Piştî bi deh salan Leyla çav bi bavê xwe dikeve: "Piştî deh salan min bavê xwe li çiyayên Kurdistanê dît. Cara ewil mi ew dît, ez digiriyam. Ez çav bi wî ketim ji dûr ve, ez digiriyam. Piştre ez pê hesiyam ku şoforê ku ez birim cem bavê min jî digiriya. Bavê min jê pirsî got, ´Tu çima digirî´ Wî got, ´Ez jî dizanim çawa ye mirov bi salan malbata xwe nebîne.´ Bir rastî dema wî wisa got, ez careke din jî giriyam. Ez demekê li cem bavê xwe mam, min ew nas kir, derûdorên wî, hevalên wî nas kirin. Helbet tiştekî taybet bû ji ber ku gelek dihatin serdanê, lê bi pirranî dê û bav bûn. Lê ez hatibûm serdana bavê xwe. Hinek şaş diman. Jixwe, gelek kesan nizanîbû, zarokên wî hene."       

Bavê min got ew îradeya keça min e

Leyla niha di nav xebatên ji nû ve avakirina Şengalê de jî cihê xwe digire û her wiha bi jinên Êzîdî re yên ku DAIŞ´ê ew dîlgirtibûnn, dixebite. Leyla jî dibêje, bavê wê, dixwest her tim zarokên wê bi vîn û li gorî qerarên xwe tevbigerin û bi mînakeke qala vê yekê dike: "Tê bîra min, gava ez 14 salî bûm. Diviyabû ji bo hilbijartina mektebê min biryarek bidaya, birayê min û diya min dixwestin ez herim dibistanekê ji bo lîseyê. Lê min dixwest ez herim lîseyeke din min nedixwest ez herim wê lîseyê. Bavê min gazî me kir, em hatin cem hev, rûniştin. Em hemû kom bûn, bavê min got, divê Leyla pêşî biaxive ka ew çi dixwaze. Dema min got, ez vê û wê dixwazim, bavê min got, ew îradeya keça min e, û ew çi bixwaze dikare. Ew jiyana wê ye. Hingî ez dibêjim qey cara ewil bû, min bi xwe di jiyana xwe de ev meseleya xweseriyê, vînê, ka tê çi maneyê, min  fêhm kir ka çiqasî pîroz e, mirov bikarin di jiyana xwe de biryara xwe bi xwe bide. Belkî mirov emir biçûk be, û têgihîştî be, lê divê dest pê bike. Bavê min bi qasî têkiya siyasî qedr dida têkiliyên civakî jî."

Li her derê ked û xwîdana wî heye

Leyla ku bixwe jî çend caran çûye Şengalê û ji bo avakirina wê dixebite, dibêje Şengal ji bo min, hinekî jî "hezkirina bavê min e" ji ber ku li her derê ked û xwîdana wî heye, û wiha dawî li gotinên xwe tîne: "Bi hezkirineke mezin karê xwe dikir lewma jî bû Mam Zekî. Di nav civaka Êzîdî de, kes nikare zû bi zû bibe Mam. Bavê min bi hezkirina xwe kir ku xelk jê re bibêje Mam."

 
 

Dixwazim hevalê te bim

   

Hediye Ozden a 39 salî jî keça Zekî Şengalî ye û li Elmanyayê parêzeriyê dike. Li Elmanyayê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Hediye jî dibêje, gava ez biçûk bûm, min nedizanî bê ka bavê min çi dike, dixwaze çi ava bike, lê gava ez çûm Qendîlê, min dît, ka bavê min çi ava kiriye.

Erê ew Mam Zekiyê xelkê bû,  Hediye jî ji xelkê navê bavê xwe pirr dibihîst û ji bo vê yekê dibêje: "Hinek ji min re dûr bû" û wiha dipeyive: "Ez bavê xwe bi du rolan dibînim, pêşî min ew nas kir, bavê min bû mirovekî gelek nêzîk bû. Lê gava em li ser Mam Zekî xeber didin hinek ji min re dûr e. Çima dûr e, ji ber ku Mam Zekî bûye Mamê teva, lê bavê min e.

   

Carekê kaxizek ji min re hat, bavê min ji min re şand, xelatek bû. Gotina wî ev bû; "Belkî ez ne bavê te bim, lê dixwazim hevalê te bim. Me wek keç û bav hev dîditiye, belkî ez bi awayekî din hevalê te bim." Piştî vê bavê min ji bo min bû mirovekî mezintir. Cara pêşî min ji xwe re digot, bavê min ji bo her kesî tiştekî dike, lê ji bo min na. Piştre ez fiki

rîm, ew ne wek bavên klasîk be jî bi xebata xwe rê nîşanî min dike ku rêyeke rast e."

Min dît ku ew der mala wî ye

Hediye jî li çiyayên azad diçe serdana bavê xwe û wiha behsa wê çavpêketinê dike: "Min bi xwe piştî çend salan bavê xwe li Qendîlê dît. Wexta li cem me bû ji xwe min ev nedidît, min nizanîbû çi dikir jî. Lê wexta ez çûm Qendîlê, min dît ku ew der mala wî ye. Min jî ji xwe re digot, rast e, ev cihê wî ye, ew mala wî ye. Îja, bû mala min jî. Min li wir gelek însan nas kirin, kêfa min gelekî ji wan re hat. Heta, hevalên li wir ji min re digot; "Erê li Elmanyayê ew bavê te tenê bû, lê niha bavê me ye jî.“ Bû bavê her kesî jî, gava ez vegeriyam Elmanyayê jî dilê min rehet bû. Min dizanîbû, bi xebata xwe tiştekî ava dike, lê min nizanîbû tiştekî çawa ye, mezin e, biçûk e. Lê bi rastî jî min li wir dît ka bavê min çi ava kiriye.

Cara ewilî ez çûm Qendîlê, em  24 saetan bi hev re man. Min her pirs jê dikirin, min digot, bavo ka ji min re bibêje heta tiştên biçûk jî ne tenê tiştên partiyê jî. Min dixwest her pirsa di serê xwe de jê bikim."

Ez ê çawa dev ji vir berdim

Li ser xisletên insanî yîn bavê xwe jî Hediye wiha dipeyive: "Wexta ez li cem wî bûm, saeteke mêran da min, got, tu dikarî bidî birayê xwe wan, min got, na bila ew bixwe werin, ev heqê min. Piştre min dît kevir dan min, îja ew kevir jî sê sal in li cem wî bûn. Got, ha ev kevir bila ji te re bin, min mêze kir û got, bavo ez kevirên normal in, piştre got, kêfa min ji wan re hatiye mi kiriye bêrika xwe. Min girt û anî. Tiştên saf, tiştên biçûk xweş in…

Bavê min devliken bû, dixwest hinek bilîze jî bi xeberan. Ez tiştekî bibêjim, ew ê li me vegerîne û em ê bikenin. Gelek kêfxweş bû. Heçî bavê min didît, kêfa wî jê re dihat. Karîbû bi her kesî re xeber bide. Gava li Şengalê bû digot, erê li wir dijmin jî heye, min jî digot ma tu natirsî, tu naxwazî vegerî Qendîlê. Wî got, ez ê çawa dev ji vir berdim, ez ê çawa bihêlim bikeve destê dijmin.

Min carekê ji bavê xwe re got, ´Bavo ez gelekî ji te hez dikim´ belkî hevokeke besît be, lê min dixwest hezkirina xwe nîşanî wî bidim.

Piştî şehadeta bavê xwe, ez bawer nakim, ez jiyana xwe wek berê derbas bikim. Wî gelek tişt kirin, em jî dikarin bikin."

 
 

Em çar heval bûn

   

Xanê Egal jî dibêje “em çar heval bûn, ez, Zekî, Elî û Bêrîvan” niha ji wan her çaran tenê ew maye. Her çar jî bi Êzîdîbûn û di navbera Êzîdî û PKK de bûbûn pirekê xurt.

Nina em ê guh bidin Xanê Egal:”79an ez ji gundê Batmanê hatim Elmanya. Dema em hatin hîsa xerîbî hebû, hesreta welat hebû ji xwe di demeke kin de têkiliya me bi Tevgera Azadî re çêbû. Meriv tî ne li avekê digere, qûtbûna welat jî vê tîbûnê bi me re çêkiribû û em rastî hevalan hatin. Me bersiva xwe li cem hevalan dît. Heval Zekî wan berî me li wir bûn, ew wekî karker hatibûn. Civaka Êzîdî ji xwe hev nas dikirin û hevalê Zekî ji xwe welatparêz bû û xebat dikir. hevalê Zekî dixwest tevgerê bi me jî bide naskirin. Rasterast hevalê Zekî şoreş bi me da naskirine. Ez û hevalê Elî bi hev re hatibûn, lê têkiliya wî berê li Batmanê bi talebeyan re hebû. Çûn û hatina wî hebû li Batmanê. Hevalê Elî 90î li herêma Misirce şehîd bû. Hevalê Elî jî demek li Celle demek xebat kir û di 86an de tevlî partiyê bû, 88an jî çû welat.

Cara yek tê bîra min, hevalê Zekî û Elî hatin mala me, gotin  em dixwazin tu jî werî çalakî û aktîvîteyên me. Min got ez ji bo çi werim, ez ê çi bkim li wir. Piştre hevalê Zekî bi çûn û hatina xwe bi min da fêhmkirin. Ew her du (Elî û Zekî) bûn heval, ez jî bûn hevala wan a sisiyan. Piştre heval Bêrîvan jî bû hevala me ya çaran. Êdî vê çaxê kaset dihatin, Serxwebûn û Berxwedan dihatin ji me re, me ev mal bi mal belav dikir. Hevalê xebatkar wekî din jî pir bûn lê hevalê Zekî pêşengê me bû.

Ez 1992an çûm Kurdistanê Akademiyê. Jixwe dewra dawî ya akadamî ya me bû, piştî vê wê bihata girtin. Navê dewreyê Dewra Serkeftinê bû. Me newroza 1993an li Qamişlo dîsa hev dît.  Demeke hevalê Zêkî li Elmanya hat girtin, heta hingî jî diçû dihat, lê piştî derketina hepsê çû û hew vegeriya. Piştî rejîma Sedam hilweşiya min û hevalê Zekî me dîsa bi hev re kar kir. Hingî berê Serok ji Kurdistanê derê bi me re xeber dabû û gotibû gerek, hûn herin nava Êzîdiyên Şengalê xebatên birêxistinê bikin. Got, hûn weke Êzîdî baştir nas dikin, gerek hûn herin cem wan layîqî çi bin gerek hûn pêk bînin. Ser vî esasî hevalê Zekî jixwe di nav wan de kar dikir, û em jî çûn li gel hevalê Zekî xebitîn. Malekê me hebû li Mûsilê jî, dema em dihatin Mûsilê em dihatin mala xwe wekî din em di nav gel de bûn. Hevalê Zekî di nav Şengalê de hê vî demî belkî destpêk bû lê dixwest fikrê azadiyê li wir pêşbixe.  Ez û hevalê Zelî li Mûsilê ji hev qetiyan. “

 
 

Çîroka sûretekî ya 35 sal berê

   

Xwişka Mam Zekî Şengalî Xezal, dibêje di nav 8 xwişk û birayan de, yê biçûk Zekî bû û ji bo wî wiha dipeyive: "Şîrînê mala me bû."

Zekî Şengalî beriya bi 35 salan, sûretekî xwe dide xwişka xwe û dibêje, "Gava ez şehîd bûm vê bide rojnameya Berxwedanê". Xwişka wî ku ne li hêviya tiştekî welê bû, nizane çi bibêje û ji hêrsa dibêje: "Ger tu tiştekî wer bikî, ez ê xwe bikûjim." Li ser vê aciziya xwişka xwe sozeke jê dixwaze û dibêje, "Sozekê jî bide min, heger tu ji min hez dikî, gerek tu ji hevalên min jî hez bikî." Soza Zekî Şengalî li ser hezkirinê bû, hezkirineke hev mezin dike.   

Xwişka wî Xezal wiha behsa Zekî Şengalî ji me re dike:

"Zekî însanekî heta tu bibêjî bes bi hêz bû. Bavê me emrê Xwedê kiribû, diya me em xwedî kirin. Diya min hezkirineke welê xistibû dilê me ji terefê Zekî ve, şîrînê mala me bû. Ez û Zekî em bi hev re diçûn mektebê, hew tê bîra min sinifê çenda bû. Ji feqiriyê em xwas bûn. Ji gund em diçûn gundekî din ji bo mektebê. 14 salî bû, ez ji wan qut bûm, ez çûme Rojava. Piştî ew hatin Elmanyayê, ez li wê derê heft salan mam, birayê min got, em dixwazin te jî bînin Elmanya. Êdî ewqas min birayên xwe nedîtin. Îja daxwazname şandin û em hatin Elmanyayê, Zekî hate pêşiya min. Sala 71´ê bû, ez hatim stasyona Munîchê li salonê elam pirr bûn. Ez rûniştî bûm ez ji xwe re difikirim, dibêjim, gelo wê werin pêşiya min yan neyên. Çimkî gotibû, em ê werin. Vêca wexta Zekî hat, min got, hema ez ê pirsekê ji wî însanî bikim bê ka ew e yan ne ew e. Hinekî edilîbû, simbêlê wî piçekî çêbûbû. Mezin bûbû. Ew jî hema çavê xwe li vî alî li wî alî digerîne. Ez rabûme ser xwe, min got, ez ê bibêjim, tu ne Îsmaîl î, ma ji xwe li min naxe. Ew ê bibêje, yan erê yan na. Min got, tu ne Îsmaîl î?, go, belê, îda min xwe avêt stûyê wî, ez giriyam. Gote min negirî, tu ji me qut bûbûyî, em dîsa gihan hev. Bi vî miqamî, axirê heyvekê li wir mam. Kaxizê min wan çêkirin. Ez anîm Celleyê.

Têkiliyên min û wî gelekî xurt bûn. Em di xaniyekî de bûn, di malekê de. Piştî çû eskeriyê 72´yan, ez hatime cem jinbira xwe, heta eskeriya wî xilas bû. Çend salan em du bira xwişkek di malekê de man. Zarokên min û yên birê min di nav hev de mezin bûn. Rojekê jî me dilê hev nehiştiye. Heta roja îro.

Got ji te re vî sûretî

Ez û Zekî carekê sala 83´yan, çûn Rojava. Em çûne Berlînê, em li Berlînê siwar bûn, hê nîv saet bû, em siwarî teyarê bûn. Bi min re xeber da, min dît sûretekî biçûk wek ê nifûsan derxist, da min, got, ji te re vî sûretî, got, rojekê ez şehîd bikevim tu yê vî sûretî bidî Berxwedanê. Te dît, vê çaxê Serxwebûn û Berxwedan hebûn, min got, tu çawa wan xeberan dibêjî, ez ê xwe bikûjim. Got, belê tê sozekê jî bidî min. Min got, ne ewqas giran be, got, tu hez ji min dikî, min got, gelekî hez ji te dikim. Îja got, heger tu hez ji min dikî, gerek tu hez ji hevalên min jî bikî, tu hez ji hevalên min nekî, hez ji min jî neke. Got, ez dixwazim hevalên min werin û ti carî tu derî li ber wan negirî, deriyê te ji wan re vekirî be. Çawa eşqa te ji min re heye, ji hevalên min re jî hebe. Min got, ez soz didim, heta ez karibim, heta dawiyê jî hevalên te wê hevalên min jî bin. Ev soz jî ji min stand.

Xebera birê me li ba me bi qedr bû

Piştî çû jî carinan me bi hev re xeber dida. Lê xeberdana min û ya wî talî, heyva donzdeh bû, eyda Êzî bû. Cara pêşî ku derket ji malê, meşekê li Dusseldorfê bû, me hev dît, got ez ê hew vegerim. Ez giriyam, heta giham vê derê, min girî betal nekir. Hinekî bi min de xeyidî jî, û piştre jî got xuha min, min biryara xwe daye. Em li ber diketin, zarokên wî biçûk bin, hevala wî ciwan bû. Soza wî soz bû. Wî carekê soza xwe dabû."