Sernûserê berê yê rojnameya Çetir û endamê desteya rêveber ê RojNewsê rojnamevan Şoreş Mistefa Elî ku ev 10 roj bûn li Nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê ji ber xwîna riştî ser mejiyê wî di beşa lezgîn de dihat dermankirin. Pêr saet 19.00’an li Nexweşxaneyê li rexmê hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê rojnameger Şoreş Mistefa Elî doh bi merasîmeke girseyî, bi tevlîbûna gelek rojnameger, rewşenbîr, kesayetên siyasetmedar, malbat û xizmên rojnameger Şoreş Mistefa, ji Mizgefta Kurdsat ber bi Goristana Kelekin a bajarê Silêmaniyê ve birin û piştî merasîma li wir cenaze hat definkirin.

 

‘Ji bo me wendahiyeke mezin e’

Piştî definkirinê axaftina yekem ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ve hat kirin, û wî got; “Ji wefata rojnameger û Kurdperwer Şoreş Mistefa Elî em hemû xemgîn in û mirina wî êşek mezin dide me. Em ji bo malbata wî ya hêja û hemû kes û karên heval Şoreş sersaxiyê dixwazin.”

Piştre li ser navê RojNewsê Selah Xidir wiha axivî; “Şoreş Mistefa kesayetek rojnameger û şoreşger bû. Wefata wî em hemû xemgîn kirin. Heval Şoreş timî li ser xeta neteweyî û rastiyan xebat dikir. Rojnameger û karê nû yê dinyaya çapemeniya Kurdî bû. Bi wefata Şoreş Mistefa windahiyek mezin di nava çapemeniya Kurdî de çêbû.”


Timî bi dilsozane dixebitî

Her wiha di merasîmê de li ser navê malbatê jî mamê Şoreş Mistefa Elî, Eskender Mihemed axivî û got; “Em jî weke malbata rojnameger Şoreş Mistefa xêrhatina we hemûyan dikin. Şoreş timî bi dilsozane dixebitî û di kare xwe de rastî û hestên neteweyî û mirovane li pêş digirtin. Bi oxirkirina Şoreş ji bo me û hemû hevrêyên wî pirr zehmet e.”

Piştî axaftinan li ser gora rojnameger Şoreş Mistefa Elî ji aliyê Rojnews, Tevgera Azadî, Çetirê qurnefîl hatin danîn.

 

KODAR Û KNK´ê jî sersaxî xwest

Komelgeyê Demokratîk û Azad a Rojhelat (KODAR) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî ji bo malbat û xizmên rojnameger Şoreş Mistafa Elî sersaxî xwest û da zanîn ku wefata Şoreş Mistafa Elî ji bo çapemeniya azad wendahiyeke mezin e.

Desteya Rêveber a KODAR’ê bi boneya wefata rojnamevan û endamê desteya rêveber a RojNewsê Şoreş Mistafa Elî peyamek nivîskî weşand û wiha ragihand; “Em bi bihîstina xebera wefata rojnamegrt Şoreş Mistefa Elî pir xembar bûn û êşiyan. Mixabin wefata rojnamevan Şoreş Mistafa Elî ji bo çapemeniya Kurdî û azad li Başûrê Kurdistanê wendahiyek mezin e.”

Hevserokatiya KNK’ê jî ragihand; “Ji bo doza azadîya çar parçên Kurdistan heval Şoreş Mistefa Elî piştevanîyeke xurt û aktîv daye bizava neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê.”


Şoreş Mistefa Elî kî bû?

Şoreş Mistefa Elî sala 1984’an li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Malbata wî eslê xwe ji gundê Genaw ê Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber zilm û zordariya rejîma Baas ji neçarî koçî bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kiribûn.

Rojnameger Şoreş Mistefa Elî dibistana seretayî, navendî li Rojhilatê Kurdistanê bi dawî kir, sala 2005’an li gel malbata xwe vegeriya Başûrê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê bi cih bû, dibistana amadeyi jî li vir bidawî kir.

Yekem karê rojnamegeriyê li gel rojnameya Rêxistina Sosyala Demokratîk a Kurdistanê destpê kir. Piştre weke sernûserê rojnameya Çetir karê rojnamevaniyê dewam kir. Her wiha ji bo televizyona Roj jî bernameya Serinc amade dikir.

Sala 2014’an piştî ku Ajansa RojNews hat vekirin, weke yek ji damezrênerên ajansê û endamê desteya rêveber a ajansê kar û xebata xwe ya rojnamegeriyê dewam kir. Û li ser rêya heqîqetê karê xwe meşand.

Beriya bi 11 rojan di 17’ê Sibatê de rojnamevan Şoreş Mistefa Elî ku xwîn rijiya ser mejiyê wî, li beşê lezgîn ê Nexweşxaneya Şoreş dihat dermankirin û pêr li rexmê hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. 


SORAN MIHEMED/SILÊMANÎ