Hikûmeta AKP’ê pêkanînên xwe yên di qada tenduristiyê de hilweşîn a din bi navê ‘ Reforma Tendustiyê’ de didomîne. Di bi navê reformê de nûkirinên ku anîne, rê li bertekên gel yên mezin vekir. Ligel van bertekan jî hikûmeta AKP’ê ev pêkaûna kir jiyanê û dîsa di çarçoeveya reforman de ji bo kesên xizan sînor tê danîn.
Di vê çarçoveyê de di Komîsyona Butçe û Planê ya TBMM’ê de li gorî tasariya ku hatiye qebûl kirin, li Tirkiyeyê dê 9.2 mîlyon kesên xwedî qerta kes dê ji bilî bûyerên lezgîn nekaribin biçin nexweşxaneyên taybet. Bi sazkirina ku mijara gotinê ye re, ne tenê kesên xwedî qerta kesk, kesên ku mehaneyên 65’an digirin, yên astengdar û neçar ku mehaneyan digirin û cerdevanên gund jî êdî dê nekaribin biçin nexweşxaneyên taybet û dê ji vê xizmetê bêpar bimînin. Kesên xwedî qerta kes di rewşên asayî yên wekî beşa lezgîn de dikarin li nexwşexaneyên taybet tedawî bibin. Li aliyê din jî para tevlibûna dermanan jî di komîsyonê de derbas bûn.
Hikûmeta AKP’ê ku bi van guherîn û pêkanînan, tenê jibo dewlemendan riya xizmeta tendustiyê ya bi kalîte vedike û qada tendustiyê vedigerîna qada rantê, li gorî tasariya wê ya nû, reçeteyên ku ji aliyê hekîmtiya malbatê ve tên nivîsin ji bo 3 dermanan 3 tl pere tê girtin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê; tikriyeyê 9 mîyon û 161 hezar û 412 kes xwedî qerta keskin. Di nava herêman de di rêzên yekemÎn de jî bajarên Kurdan tên. Li herêm Anatoliya Rojhilat 2 mîlyon û 151 hezar û 208 kes xwedî qerta keskin. Ji Rihayê 638 kes, li Amedê 568 hezar, li Wanê 528 hezar, li Edenê 345 hezar, li Agiriyê 302 hezar, li Hatayê 300 hezar û li Mêrdînê jî 300 hezar kes qerta kesk bikartînin.
ENQERE