Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li Amed û navçeya Rihayê Wêranşarê daxuyaniyên çapameniyê yên girseyî hatin dayîn û ji ber polîtîkayên li dijî kurdan hikûmeta AKP´ê hişyar kirin. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk di çalakiya Amedê de axivî û got; "Dixwazin daxwazên kurdan ên demokratîk û mafdar qedexe bikin û Kurd û Kurdistanê jê bibin. Lê ti hêz nikare vîna kurdan bişkîne. Parlamentera BDP´ê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku girtiyên li girtîgehan ji bo Ocalan ketine greva birçîbûnê.
Li Amedê daxuyaniya girseyî
Rêxistina BDP'a Amedê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan, li parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Tevî parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Demîr Çelîk, şaredar û rêvebirên BDP'ê bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Cîgirê Hevserokên BDP'ê yê Amedê Ahmet Îlhan daxuyanî da û bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku 61 roj in dewam dikin. Îlhan qedexeya Walîtiya Amedê ya li dijî kampanya 4 daxwazên kurdan şermezar kir û got, "Li Amedê pêkanînên OHAL´ê tên meşandin"
'Kes nikare vîna kurdan bişkîne'
Îlhan bal kişand li ser tecrîda girankirî a li dijî Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê wiha axivî: "Divê hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de rêbaza diyalog û mûzakereyê esas bigire. Tu kes ji kêfa xwe tevlî greva birçîbûnê nabe û gav bi gav ber bi mirinê ve naçe. Rewşa hevalên ku ketine greva birçîbûnê her ku diçe giran dibe. Ji derveyî parlementerên BDP'î hemû kesên ku li meclîsê ye li hemberî vê mijarê ker û lal û kor in. Gelê kurd yek e û nayê parçekirin. Hêzar tu kesî têra şikênandina vîna gelê kurd nake."
Divê daxwazên kurdan werin nirxandin
Parlementer Demîr jî diyar kir ku divê li meclîsê 4 daxwazên kurdan bên nirxandin û wiha axivî: "Gelê kurd ji bo daxwazên xwe bîne ziman têkoşîneke bê hempa da. 4 Daxwazên kurdan ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin. Meşa Amarayê hat astengkirin. Naxwazin me bibînin û bibihîzin. Dixwazin Kurd û Kurdistanê jê bibin. Polîtîkaya parçe bike û birêve bibe xistine meriyetê. Kurd êdî parçe nabin û ti hêz nikare vê bike."
'Girtî ji bo Ocalan ketine greva birçîbûn'
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku di sala 2012'yan de gelek rejîmên herêmê hatin guherîn û dîktator hilweşiyan û wiha got:
"Naxwazin gelê kurd bibînin û bibihîzîn. Ji ber kurd ji bo daxwazên xwe daketin qadan hatin binçavkirin û girtin. Dixwazin bi vê yekê vîna gelê kurd bişkênin... Girtiyên siyasî ji bo tecrîda 8 mehin li ser Ocalan berdewam dike dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya li Starasbourgê êdî gihîşt sînora mirinê. Lê raya giştî ya Ewropa, CPT û derdorên din vê têkoşînê nabînin û guhên xwe ji her tiştî re digirin. Ewropa li hemberî bûyerên Tirkiyeyê kor e."
Li Wêranşarê daxuyanî
Bi heman armancê Rêxistina BDP ya navçeya Wêranşar ya Rihayê jî daxuyanî da. Hevserokên Rêxistina BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş, Bîrgul Ozkara, Cigirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, endamên Meclîsa Giştî yê Bajêr, Serokê Şaxa Tum Bel Sen a Rihayê Nureddîn Çetîn, endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de gelek kes li ber avahiya BDP´ê civiyan. Hevseroka Rêxistina BDP a navçeyê Bîrgul Ozkara daxuyaniyê da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hember grêvên birçîbûnê bi xemsarî tevdigere, eger bûyereke neyenî pêk were wê hikûmet berpirsyar be.
Ozkara, gotinên rayedarên dewlet û hikûmeta AKP'ê yên wekê "Ji êşkenceyê re tolerans nîşan nadin, pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Di mijara kurd de qê tiştên baş pêk bên, wê di aboriyê de asta refahê bilind bibe" bibîrxist û diyar kir ku ev yek tenê li ser gotinan man. Ozkara, diyar kir ku gelê kurd ji bo dawî li tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, operasyonên siyasî û leşkerî bê, bedenên xwe danîne holê. Ozkara, destnîşan kir ku kes nikare van re guhê xwe bigire û anî ziman ku divê ji bo girtiyên ku ketina grêva birçîbûnê, di meclîsê de komîsyon bê avakirin.
DÎHA/AMED/RIHA