Çavên gelek kesan li benda "pakêta demokratîkbûnê" ya hikûmeta AKP'ê bû. Lê piştî Serokwezîr Erdogan di 30'ê Îlonê de ev pakêt aşkere kir, derket holê ku daxwazên gelê Kurd ên çareseriya demokratîk nabersivên. Li dijî pakêtê nerazîbûnê gelek beşên civakê zêde bûn. Li bendê bû ku di pakêtê de daxwazên çareseriya demokratik ê gelên Tirkiyeyê bê bersivandin û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêş bikeve. Lê li şûna gavên çareseriyê bên avêtin û zagon bên guhertin, tu daxwazên Kurdan nehat bersivandin û ji bo çareseriyê tu gavên şênber neavêt. Di vê serdema ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye rawestandin, HDP di dawiya hefteyê de kongreya xwe pêk tîne. Têkildarî kongreya HDP'ê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak geşedanên nava rojê bi DÎHA'yê re parve kir.


'Nameyên Ocalan ji nedîtî ve tên'

Kişanak, destnîşan kir ku di ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku pêşkêşî hikûmetê kiriye re 2 meh derbas bûn, lê hêj bersîv nehatiye dayîn û wiha axivî: "Wekî ku ev name tune be hikûmet tev digere. Daxuyaniyên hikûmetê û gavên wê hewldanên bidawîkirina pêvajoyê ye. Kongreya HDP’ê ku di dawiya hefteyê de pêk bê dê bibe gavek dîrokî û rêvekirina pêvajoyê. Tirkiye dê muxalefeta demokratîk di vê qadê de bibîne. Ev kongre dê rê li pêş demokratîkbûnek xurt veke. Birêz Ocalan, li benda hevdîtina hikûmet û dewletê ye. Divê hikûmet û dewlet demek berî demekê helwesta xwe diyar û zelal bike. Lê hikûmet wekî ku name tune be tev digere. Ev hewldana hikûmetê hewldana xelaskirina pêvajoyê ye."
Kişanak, anî ziman ku hewldana hikûmetê ewe ku her tiştî berovajî bide nîşan û sûcê xwe wekî sûcê kesên hemberî xwe nîşan bide. Kişanak, da zanîn ku şopa vê yekê di medyaya nêzî AKP’ê de jî xuya dibe. Kişanak, da zanîn ku ev helwesta hikûmetê zerarê dide pêvajoyê.

‘BDP hevparek HDP’ê ye'

Kişanak, destnîşan kir ku anî ziman ku HDP encama Eniya Demokratîk a hilbijartina 2011'an e û wiha berdewam kir: "Me di hilbijartina din de îtîfaqa hilbijartinê kir. Pişti me enî ava kir me Kongreya Demokratik a Gelan ava kir. BDP nêzî 2 salin di nava vê pêvajoyê de ye. Me wekî Kongre+partî bi nav kir. Di nava pêvajoyê de HDP hat avakirin. Di vê hilbijartinê de dê li Rojava HDP têkeve hilbijartinê. BDP û HDP hevparên hev in. Ji bo herdu partiyan jî dê hemû derfet bên seferberkirin.

‘Bi HDP'ê ketina hilbijartinê biryarek stratejik e'

Kişanak, daxuyand ku bi HDP'ê ketina hilbijartinê biryarek stratejîk e û wiha berdewam kir. Ev ne taktîk û ji bo demborî ye. Ev ji bo pêşerojek dirêj e. Me ji bo projeya demokratîk ev gav avêt. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê bi nasname û rengê xwe di nava yekîtiyek demokratîk bi vîna xwe ya azad pêşeroja xwe diyar bikin. Li ser vê îdiayê me di avakirina HDP’ê de cih girt."
Kişanak, bal kişand ser kongreya HDP’ê ya di dawiya hefteyê de pêk bê û wiha got: "Ev kongde, ji bo muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê dê bibe qadek mezin û bi hêz. 4 hevalên me yên di hilbijartina 2011'an de bûne parlamenter dê derbasî HDP’ê bibin û xebatên xwe li vir berdewa bikin. Hevalên me Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel dê derbasî HDP'ê bibin. Derbasbûna parlamenterên BDP’ê ya HDP’ê şaş hatiye famkirin. “HDP, partiya hevpar ku BDP jî di nav deye. Di nava vê partiyê de hemû beşên civakî, komele û rêxistinên demokratîk hene. BDP jî yek ji van partiyan e. Hemû di nava hevpariyekê de ye. Me ev biryar bi hemû erkên patiya xwe re parve kir û bi encam kir. Xwezî hêjmara parlamenterên me hêj zêdetir bûna û em bêtir derbasî HDP'ê bûna. "

Eleqeya jinan ji bo BDP'ê zêde ye

Kişanak, bal kişand ser xebatên hilbijartinê û wiha berdewam kir: "Di hilbijartina rêveberiya herêmî de eleqe û tevlebûna jinan zêde ye. Ji gelek alî û beşên cuda hatin serî li partiya me dan. Xwestin di partiya me de peyvirê bigirin. Ez li vir bang dikim û dibêjim bila kes li benda kesên din ranewestin. Ev mafekî demokratik e. Hêjmara kesên bi devkî serî li me didin pir in, lê em dixwazin ev kesana bi awayeki fermî serî li me bidin.

Dest ji helwesta xwe berdin

Kişanak, geşedanên li Rojova û Herêma Federal a Kurdistanê jî nirxand û da zanîn ku girtina deriyê Sêmalka helwestek stratejîk e. Dema kurê Salîh Muslim jiyana xwe ji dest da em ji Tirkiye derbasî Rojava bûn. Lê di heman demê de heyetek me ya din xwest ji Herêma Federal a Kurdistane derbasî Rojava bibe û deriyê Sêmalka ji aliyê Hikûmeta Federal a Kurdistane ve hat girtin. Divê Kurd vê rewşê qebûl nekin. Kurd têkoşîna hemûn û tunebûnê didin. Divê di nava xwe de perçe nebin. Li şûna Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê hemû piştgiriyê bide, dibe asteng.
Ev rewş tu çarî divê ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin. Ev rewş dê di Kurdan de înfialê ava bike. Hêvî û daxwaz dikim ku Mesut Barzanî bi lezgin dest ji vê helwesta xwe berde.
Kişanak, bal kişand ser 2'emîn Konferansa Cenevre û wiha got: "Dive Kurd yekîtiya navxweyî ava bikin û tev li Konferansa Cenewre bibin. Divê berjewendiyên Gelê Rojava bifikirin. Divê rê li pêş şaşiyên dirokî venekin. Divê Cenevreya 2’an nebe nokteya şikanina Kurdên Rojava. Kî li pişt şaşiya dîrokî raweste Gelê Kurd û Dîroka Kurdistanê wan efû nake.

'Meşa Sînorê Nisêbînê di 7'ê Mijdare de ye'

Kişanak, bal kişand ser meşa Sînorê Nibêbînê jî û wiha got: "Me plan kiribû ku em meşê di 2'ê mijdarê de pêk bînin. Lê piştre me nirxand me biryar da ku em 7'ê mijdarê de vê meşê pêk bînin. Kişanak, heri dawî destnîşan kir ku bedel çi dibe bila bibe dê destûr nedin avakirina dîwarê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de.


ALPER ATALAY/DÎHA/ENQERE