Di 26'ê çile de li Stenbolê civina ku pisporên MASAK'ê, rayedarên Wezîrê Maliyê û Edaletê, 15 Midûrên Bajaran ên Şaxên Siyasî û Polîsên Daîreya Qaçakvaniyê yên Stenbol, Îzmîr, Colemêrg, Mêrsîn, Şirnex û Dêrsimê jî di navde amade bûn de miarên cuda hatin niqaşkirin. Di civînê de hate îdîakirin ku karsazên îhaleyê dewletê digire ji sedî 10 an jî 20'an pereyan didin PKK'ê. Hate îdiakirin ku PKK tenê ji îhaleyên ku dewlet dide karsazan salê 120 mîlyon dolaran digire. Hate destnîşankirin ku şaredarî jî pereyekî mezin didin PKK'ê. Dîsa hate îdîakirin ku gelek esnaf û karmendên cemaweriyê jî bi rêk û pêk pereyan didin PKK'ê. Li hemberi vê yekê bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başurê Rojhilat, (GUNSİAD) û Komeleya Karsazên Pîşesazî û Organizeyê ya Amedê (DOSÎAD) bertekên xwe anîn ziman. Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu, anî ziman ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî di salên 1990'an de li dijî karsazan lîsteya kuştinê derdixist û niha jî rengê operasyonan guhert û polîtîkayên girtinê dane destpêkirin.
Senorê DOSÎAD'ê Başkanı Aziz Ozkiliç, anî ziman ku wekî te îdîakirin gelek îhale ji aliyê karsazên Kurd ve nayên girtin û wiha got: "Îhaleyên rê, bendav, înşeat û îhaleyên din didin muteahhitên tirk ên rojava. Zêde îhaleyan nadin karsazên Kurd."

'Xizmetî çareseriyê nake'

Ozkiliç, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Di salên 1990'an de karsaz kuştin. Niha ji li dijî karsazan polîtîkayek bi vî rengî dimeşînin. Ev helwest dê razemenî û bazirganiya li herêmê bikuje. Li Tirkiyeyê di dema dawî de polîtîka xetimiye. Pirsgirêka Kurd bi van rêbazan çareser nabe. Li ser navê "Alikariya pereyan ji PKK'ê re tê kirin li dijî karsazan nêzîkatiyek bivi rengî nayê qebûl kirin. Ev biryara bi vi rengî de bêaramiyê bi xwe re bîne. Di demên borî de gelek karsaz ji ber vê yekê hatin kuştin. Bi girtina karsazên Kurd pirsgirêk çareser nabe."

'Vegerîne salên 90'î ye'

Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu, der barê civîna têkildarî qutkirina fînansa ji ser PKK'ê ku di 26'ê çile de bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir, Edalet û Maliyê pêk hat de diyar kir ku di salên 90'î de karsaz kirin hedef û kuştin, niha jî dixwazin karsazan bigirin û razemeniya li herêmê qut bikin. Bedîrhanoglu, destnîşan kir ku di salên 1990'an de Serokwezîra demê Tansu Çiller lîsteya karsazên Kurd xistibû destê xwe û li dijî wan kuştin pêk dianî û wiha got: "Wê demê xwestin bi kuştinên nediyar pirsgirêkê çareser bikin. Niha ji bi îdiaya fînansê didin PKK'ê dixwazin biryarên nû bigirin. Ev biryar dê aloziyê û bêaramiyê zêde bikin. Girtinên bi vî rengî dê hestê di nava civaka Kurd û tirkan de biêşine. Ev xizmetê ji çareseriyê û aramiyê re nake."
Bedîrhanoglu, anî ziman ku ev polîtika dubarekirina polîtîkayên salên 90'î ne û xismeta çareseriyê nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev rêbaz û polîtîka dê darbeyek mezin li aboriya herêmê bixe. Li şûna pirsgirêkê çareser bike, dê pirsgirêkê bêtir giran û kor bike."


ÎSHAK DURSUN - DÎHA/AMED