
Polîsê Swîsreyî yê bi eslê xwe Tirk Y.S. ku derket holê ajantî ji dewleta Tirk re kiriye, bi sûcdariya ku wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye û agahiyên veşartî derxistiye derve, di çarçoveya doza Dozgeriya Baselê de hatibû girtin. Derketibû holê, ku dadgehê wezîfeya vî polîsî jê girtibû û ji bo bi rengekî negirtî were darizandin, serbest berda bû.
Pêşniyar pirs bi îmzeya Parlamentera Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Ûrsûla Metzger ve radestî Wezîrê Edaletê yê Hikumeta Kantona Baselê Baschî Durr hate kirin. Di pêşniyar pirsê de 11 pirs hatin kirin û bersiva wan hate xwestin.
Di pêşniyar pirsê de li têkiliyên Y.S. hate pirsîn û hat xwestin, ku bê lêkolînkirin bê Y.S. navê kîjan mûxalîfên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li Baselê daye dewleta Tirk.
Ji ber karê bi biryar ê parlamentên Partiya Sosyalîst, hikumeta Kantona Baselê bersiv da pêşniyar pirsê. Wezîrê Edaletê Baschî Durr di bersiva xwe de ragihand, ku polîsê navborî Y.S. ji wezîfeyê hatiye girtin û bi rengekî negirtî tê darizandin. Durr anî ziman, ku ew mijarê bi baldarî lêkolîn dikin. Wezîr Durr diyar kir, ew fikarên kesên ku dibêjin agahiyên wan ji dewleta Tirk re hatine şandin, cidî dibînin û got, ev kes dikarin bi rengekî şexsî serî li Dozgeriya Baselê bidin.
ANF / BASEL