“Em vê biryarê erênî dibînin, ev biryar di cihê xwe de ye û em hêvî dikin ku bibe destpêka rawestandina rijandina xwîna navbera gêrîlayên PKK’ê û leşkerên Tirk de. Pêwîste Enqere bi awayek cidî li gorî vê biryara agirbesta ji dil û samîmî tevbigere û li gorî vê pêngavên pratîk bi avêje. Ocalan di peyama xwe de dawî li hatina qonaxa şer û bêdengkirina çekan anî û diyar kir ku, ‘Divê bi siyaset demokratîk ev pirsgirêke çareser bibe’.” Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewama daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî peyama KCK’ê wekî niyeta paqij û amadebûna ji bo aştî û biratiya gelan pêngavek rast û berbi aştiyê ve binav dikîn. Li ser vî bingehî daxwaz ji hemû aliyekê dikîn ku vê agirbesta dîrokî weke derfetekê bizanin, bikin paldarek ji bo pêngav avêtina ber bi aştî û çaareseriya aştiyane ve. Em bi hemû awayî piştgiriya çareserkirina aştiyan û siyasî ya pirsgirêka Kurdên Bakûrê Kurdistanê dikîn. Weke her demê bi baweriya me, ev pirsgirêkek siyasiye û tenê dikare bi riya siyasî bê çareser kirin.
Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, peyama Ocalan a di Newroza Amedê de li Kurdistan, Tirkiyeyê, herêmê û li cihanê deng veda. Di serî de Emerika Yeketiya Ewrûpa, Herêma Kurdistan û gelek aliyan piştgiriyê didin peyama Ocalan.
Barzanî jî piştgirî da
Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Peyama Ocalan a ji bo Newrozê gelek girîng e, têde daxwaza dawî anîna tundûtîjiyê û bingeh girtina rêbazên siyaseta demokratîk hatiye kirin. Ev pêngava ji aliyê Ocalan hatiye avêtin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi riyên aştiyane xwedî rolek dîrokiye. Bi salane em israr dikin ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorêye û bi rêbazên şer û tundutîjiyê nayê çareserkirin berovajiyê wê pirsgirêkek siyasiye û pêwîste bi riyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Lewra divê peyamên Ocalan baş bên xwendin û di heman demê de pêwîste hemû alî vê pêvajoyê weke pêvajoyek stratejî bibînin ne wek pêvajoyek taktîka siyasî û demokî û li ser vî bingehê divê muxatabên vê pirsgirêkê girêdayî soz û peymanên aştiyê bin.” Barzanî di berdewama daxuyaniya xwe de, daxwaz ji hemû aliyan kir ku ji bo vê pêvajoya girîng pêwîste em hemû ciddî û bi hesta çareserkirina pirsgirêkê tevbigerîn û ji bo ku ev pêvajoye berbi pêş ve biçe pêwîste ji aliyê herdû aliyan ve pêngavên zelal û pratîk werin avêtin.”
Di dawiya daxuyaniya Barzanî de hat gotin ku, Herêma Kurdistanê jî amedeye alîkariyê bide pêvajoya aştiyê û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Jibo serxistina çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê amedeme ku bi hemû şiyan û hêza xwe alîkariya her dû aliyan bikim.”
HEWLÊR