Çapemeniya Misrê piştî bûyerên kul i Meydana Tahrîrê rûdan ragihand ku hikûmeta demkî ya di bin serokwezîrtiya Essam Şeref de îstifaya xwe pêşkêşê Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (SCAF) kiriye. Konseyê ragihand ku ew ê îstifayê binirxîne. Piştî wê, rojnameya serbixwe ya bi navê El Şuruq ragihand ku SCAF’ê îstifaya hikûmetê qebûl kiriye. Lê kanala TV ya fermî ya dewletê ragihand ku SCAF îstifaya hikûmetê qebûl nekiriye. Lê wisa xuya ye xwêpêşandanên li Meydana Tehrîrê dê artêşa ku dîktatoriya ji Mubarek vala bûbû dadirtibû, jî ji îqtîdarê hatiye dûrxistin!  Artêşa Misrê ku di bin bandora Israîl û Amerîkaya ku serkêşiya ‘lobiya şer’ dikir dê bû, dê ji vê pêve pozîsyoneke çawa bigire niha tê meraqkirin.

Pêşî wezîr îstîfa kir
Divê were bibîrxistin ku berî îstifaya hikûmeta demkî ya Misrê Wezîrê Çandê yê Misrê ji bo protestokirina helwesta hikûmetê ya li dijî bûyera 35 kesan jiyana xwe ji dest dayî îstifa kiribû. Wezîrê Çandê Emad Ebû Gazî der barê sedema îstifaya xwe de got ku ji ber helwesta hikûmetê ya di bûyerên dawî yên li Meydana Tehrîrê rûdane ew îstifa kiriye. Herî dawî der barê hejmara mirî û birîndarên li Tehrîrê de agahiyên wekî 35 çalakgerên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 hezar kes jî birîndar bûne hebûn. Her wiha bi qasî 4 hezar xwendekarên ku li Zanîngeha Qahîreyê dixwînin jî li gorî agahiyan ji bo piştgirî bidin çalakgeran çûn Meydana Tehrîrê.

Rapora Rêxistina Efû ye

Piştî îstifaya kabîneya demkî ya Misrê jî çalakgerên li Meydana Tahrîrê paşve gav neavêtin û bangewaziya çalakiyên girseyî li gel kirin. Piştî ku kabîneya hikûmeta serokwezîr Essam Şeref îstifa kir bi qasî 20 hezar kesan şeva xwe li Meydana Tehrîrê derbas kirin. Girseya ku li Meydana Tahrîrê kom bûbû li gorî çavdêran ji giseya ku ji bo dîktatoriya Husnî Mubarek hilweşe kom bûbû jî zêdetir bûye. Koalîsyona siyasî ku ji gelek fraksiyonan pêk tê konseya leşkerî ku niha li ser desthilatdariyê de ye bi ‘Dijşoreşê’ sûcdar kir û xwest ku gel bi çalakiyên girseyî konseya leşkerî protesto bike.   Li aliyê din Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê di rapora xwe ya ku der barê Misrê de weşand de diyar kir ku rayedarên leşkerî yên misrî teahudên xwe yên der heqê pêşxistina mafên mirovan de neaniye cih.

QAHÎRE