Li Başûrê Kurdistanê ji ber nerazîbûna ji hikûmetê, di xwepêşandanan de li gorî gahiyên gihiştin ber destê me gelek kes şehîd bûn. Xwepêşandanên li Silêmanî, Helepce, Koyê, Kifrî, Qeladizê, Xûrmal, Avreze, Çemçemal, Teqteq, Şarezûr, Warma û Akrê ku duh destpêkirî di roja 2’emîn de didomin. Li Ranyayê 5 welatî şehîd bûn bi dehan jî birîndar bûn, li Koyê jî welatiyek şehîd bû û bi dehan welatî birîndar bûn. Li navçeyên din jî di encama destwerdana hêzên asayîşê û hêzên çekdar ên ser bi partiyan ve, gelek welatî birîndar bûn.


Li Ranya jî xelkê serî hilda 

Li navçeya Ranye ya ser bi bajarê Silêmanî, xwepêşanderan xwest piştî şewitandina navend û malbenda komîteya YNK û Yekgirtûya Îslamî, baregeha PDK’ê bişewitînin, hêzên PDK´ê li dijî xwepêşanderan gule bi kar anîn.

Di endama êrişa hêzên PDK’ê de hejmara xwepêşanderên şehîd bûyî heta saeta amadekirina nûçeya me gihişt 5 kesan û 80 welatî jî di encama êrişê de birîndar bûn.

Li navçeya Koyê ya ser bi Hewlêrê, hêzên ewlehiyê li xwepêşanderan gule reşandin, di encamê de xwepêşanderek şehîd bû, 19 jî birîndar bûn.

Li navçeya Silêmaniyê Qeladizê jî xwepêşandanan doh dewam kir. Xwepêşanderan dirûşma ‘Raperîn’ got.


Raperîn!

Li nav bazara qezaya Qeladizê careke din xwepêşandan doh bi rê ve çû. Hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li nav qezaya Qeladizê hatine bicihkirin û heta saeta amadekirina nûçeyan me, gelek xwepêşander jî bin çav kirin. Lê belê her diçû xwepêşandan berfireh dibû û xwepêşanderan dirûşma ‘Raperîn’ qêr dikir.


Li Kifrî 6 kes birîndar bûn

Li bajaroka Kifrî yê ser bi herêma Germiyanê di xwepêşandanan de 6 kes birînar bûn û xwepêşanderan li vir jî berê xwe da ofîsa PDK´ê. ji nava ofîsê gule li girseyê hatin reşandin. Di encamê de 6 welatî birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneya Kelarê.

Li bajarokên Şarezûr û Warma yên ser bi Silêmaniyê jî xwepêşandanan doh hebûn. Ji ber şewitandina tekelan rêya sereke ya di navbera Derbendîxan û Silêmaniyê de jî hat girtin. Li vir jî daxwaza bidawîhatina sîstema desthilatdariya herêma Kurdistanê tê kirin. Di xwepêşadanê de dirûşmên, ‘Hilweşe desthilatdariya sitemkar û zordar’ û ‘Hikûmet îstifa bike’ tên gotin.

Xwepêşanderan rêya sereke ya di navbera Derbendîxan û Silêmaniyê de girtine û rê nadin ti wesayît derbas bibin.

Li aliyê din, dema nûçeya me dihat amadekirin, hêzên ewlehiyê li cihê xwepêşandanê kom bûne û hewl didin ku rê vekin. Lê xwepêşander li ser biryara xwe bi israr in. 


SILÊMANÎ / KERKÛK