Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), pêşnûmeyek li ser şermezarkirina şîdeta parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan û daxwaza hesabpirsîna ji wan, qebûl kir.
Parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan di dema serdana Erdogan a DYE´yê de êrîşî xwepêşandêrên Kurd kiribûn; ev êriş li Kongreya DYE´yê hate nirxandin. Kongreyê xwest, parêzvanên êrîşî xwepêşandêran kirine werin cezakirin.
Demokrat û Komarger li ser biryarê civiyan û der barê bûyera 17’ê Gulanê de ku tê de 11 kes birîndar bûn, gotin, “Çend wezîfedarên ewlekariyê yên Tirk li xwepêşandêrên bê çek dan, pihîn li wan xistin û destê xwe xistin qirika wan.” Di briyarê de bûyer hate şermezarkirin û hat gotin, “Wezîfedarên ewlekariyê yên Tirk ên tevlî vî şerî bûne, divê li gorî qanûnên DYE´yê bikevin ber lêpirsînê û ya pêwîst bê kirin.”
Di dema rûniştinê de Berdevkê Meclîsa Nûneran a DYE´yê Paul Ryan xwest Tirkiye ji birîndar û mexdûran lêbihurînê bixwaze. Di rûniştina erêkirina biryarê de ku bi yekdengî 397 beramberî 0 dengî hat erêkirin, Ryan wekî din got, „Berpirsiyariya vê êrişê bi temamî ya hikûmeta Tirk e.
Nûneran di axaftinên xwe de jî îşaret pê kir ku ev bûyera sêyem a bi vî rengî ye ku li ser erdên DYE´yê diqewime û xwestin ku Senatoya Emerîkê jî biryareke bi heman rengî bide.
Di dema serdana Erdogan a 17’ê Gulanê ya li DYA de, bi fermana Erdogan bi xwe, hêzên wî yên ewlekariyê êrîşî xwepêşandêrên li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk çalakiya protestoyî lidar dixistin, kirin û gelek kes birîndar kirine.
WASHINGTON