
Hikûmeta Romanyayê, piştî xwepêşandanên bi rojan, projeya xwe ya qanûna weke 'efûya nelirêtiyê' tê binavkirin, rawestand. Tevî vê biryarê jî 500 hezar kes daketin meydanên navendî yên paytext Bukreşê û doza îstîfayê li hikûmetê kir.
Wezîrê Tenduristiyê Florîan Bodog got, "Biryarnameya betalkirinê hat erêkirin'. Çavkaniyên Serokwezaretiyê jî ragihandin, biryarnameya ku têkoşîna li dijî nelirêtiyê sist dike, hatiye betalkirin.
Hikûmeta Sosyal Demokrat, ji bo biryarnameyê binirxîne, roja Yekşemê piştî nîvro li hev civiyabû. Tevî ku hikûmet ji ya xwe hat xwarê jî, nîv mîlyon mirov herikîn kolanan. 250 hezar ji van li ber avahiya hikûmetê ya li Bukreşê civiyan û dirûşmên "Îstîfa", "Dizek" gotin.
Ji 31'ê Çileyê roja Sêşemê dema qebûkirina biryarnameya 'efûkirina nelirêtiyê' û vir ve, her roj bi sed hezaran kes daketin meydanan. Li gorî biryarnameya navbirî, cezayê îstîsmarkirina erkê dihat sivikkirin û ji bo nelirêtî weke sûc were dîtin, divê herî kêm bi 44 hezar euroyî zerar hatibe dayîn.
BUKREŞ