Hîlal li benda xwediyên xwe ye
Cihwarê berê yê bajarokê Hîlalê yê Qilebanê, 3 caran hatiye şewitandin. Lê belê hîn jî bi xwezaya xwe weke bihuştekê ye. Ev cihwarê ku bûye warê kesên diçin geşt û seyranan, niha li benda şênî û mêvanê xwe ye.
Bajarokê Hîlalê yê Qilebanê yê Şirnexê heya niha 3 caran hatiye şewitandin. Ewilî salên 1830'yî di êrişeke li ser keldaniyan de; a dudoyan piştî Serhildana Bêşebabê ya 1926'an û herî dawî jî di salên 1990'î de ji ber gelê herêmê cerdevantî qebûl nekir hat şewitandin û valakirin.
Hîlala Berê ku li herêmê ewilî ew û gundê cînarê wê Mijîn pev re hatin şewitandin, piştî êrişa dawî tu bikî nekî nebû wek berê. Bi taybetî jî piştî bûyera 1993'yan piraniya welatiyan koç kir, çûn li Kampa Mexmûrê bi cih bûn. Welatiyên koç nekirin jî çûn li cihwarê nû yê Hîlalê an jî gundên derdorê bi cih bûn.
Lê belê çendî ku bi salan e vikîvala mabe jî hê jî bi xwezaya xwe mirov heyranî xwe dihêle. Xaniyên kavilbûyî, darên fêkiyan, dar û berên wê hema bêje wekî bihuşteke veşartî ne. Her wiha Çemê Mijînê jî di nav re derbas dibe û ev rengekî hîn xweşiktir lê bar dike.
Şêniyên Hîlalê ku bi salan e dûrî warê xwe ne diyar dikin ku heger zext û zorî kêm bibe û şert û merc destûr bidin wê vegerin. MA/ŞIRNEX