Bi armanca pêşxistina rewşa aborî li kantona Efrînê, Navenda Geşkirina Aborî ya Kantonê gelek lêkolînên aborî û projeyên geşkirina aborî li herêmê çêkirin û bi hemû hêza xwe hewildide derfetên kar ji welatiyan re peyda bike.
Ji ber ku yek ji bingehên aborî li herêma Efrînê xwedîkirina sewalan e û piştî çandiniyê di rêza duyemîn de tê. Her wiha madeyên xam ên çêkirina êma sewalan jî li herêmê peyda dibin. Ji bo peydakirina êma sewalan, li navendê fabrîkeyeke çêkirin û êma sewalan vekir.
Navendê ev demeke amadekariyên vekirina vê fabrîkeyê dike û herî dawî li navçeya Şera ji ber ku mezintirîn navçeya herêmê ye fabrîke bi navê “Fabrîkeya Horî ya Êma Sewalan” vekir. Navendê her wiha hemû alavên fabrîkeyê ji bajarên Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê peyda kirin.
Fabrîke di 15’ê Hezîranê de dest bi karê xwe kir û wekî destpêk êma taybet bi zêdekirina şîrê çêlekan çêkir. Her wiha madeyên ku êm jê çêdibe hemû li herêmê tên peydakirin û fabrîke niha rojane nêzî 40 ton êma çêlekan derdixe.
Di fabrîkeyê de nêzî 13 kes dixebitin. Li gorî rêveberên Navenda Geşkirina Aborî 90 milyonê lîreyên Sûriyeyê avakirina fabrîkeyê çûn û ji ber rewşa sînor û dorpêçkirina herêmê amadekirina fabrîkeyê 6 mehan dirêj kir. Tê payîn ku fabrîke beşên xwe berfirehtir bike û êma mirîşkan jî di demeke nêz de derbixe.