Di van demên dawî de bi zanebûn xweza û çavkaniyên debara xelqê Kurd dikin hedef. Di serî de Başûr, Rojava û Bakûrê Sûrî hema bêje li tevahî Kurdistanê rojane bi sedan zevî û xwezaya kurdistanê tê şewitandin.
Doh li herêma Germiyan û Xaneqîn bi sedan donim zevî şewitîn. Li gorî pisporên jîngehê ji derveyî ziyana madî, şewat bandorê li ser jîngeh, xak û hilberînê dihêle.
Weke herêmên din ên Başûrê Kurdistanê, li herêma Germiyan jî gelek şewat derket û gelek ceh û genimê cotyaran şewitî. Li gorî pisporan wê ji niha û şûnde jî şewat bandora xwe li ser xak, jîngeh, lawir û hilberînê bike. Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiya Germiyan parve kirine, îsal li Germiyanê 3 hezar û 500 heta 4 hezar donim zeviyên çandiyê şewitîne.
Şewata li Xaneqînê 8 saetan dewam kir
Li bajarokê Quretuw yê ser bi navçeya Xaneqînê ve jî şewat derket.
Şewata ku nîvro derket piştî 8 saetan hate vemirandin û zêdetirî 2 hezar donim zeviyên pûş û kayê li gel 15 donim zeviyên dexlûdan û çend baxek şewitîn.
Têkildarî ziyanên şewatê Rêveberê Rêvebertiya Bergiriya Şaristanî ya Kelarê Îbrahîm Mihemed peyivî û got; “Zêdetirî du hezar donim zeviyên pirêze li gel 15 donimên dexlûdan tevî hinek baxan şewitîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN