Proje bi alîkariya 20 xwendekarên zanîngehê ket meriyetê. Makîneya hilberîna sebzeyên di cîhan û Tirkiyeyê de minak e. Makîne li dijî Organîzmayên Genetîka Wan Hatiye Guhertin (GDO) hate afirandin. Armanca makîneyê hilberandina bi rêbaza çandiniya organîk e, hem jî berhemên çandiniya organîk bi rê û rêbazên paqij û ekolojîk hişk bike û biparêze.

Projeya li dijî enerjî û hewaya qirêj

Mîmarê projeyê û Sazûmankarê Teknolojiya Têra Xwe Dike Gultekin Aydenîz, anî ziman ku ji bo herêmê ji enerjî û hewaya qirêj rizgar bike projeyek bi vî rengî pêş xistiye.  Aydeniz, anî ziman ku li ser erdnîgariya Kurdan enerjiya paqij û xwezayî gelek zêde ye, lê ji vê enerjiyê baş û rast sûd nayê wergirtin.  Aydeniz, da zanîn ku li pêşiya maşîneyê 2 perwane hene û hewa paqij a derve dide hundir. Dîsa bi alîkariya camên maşîneyê tîrêjên rojê yên germ dikevin hundir û firinê germ dike.

Rêbazên ekolojîk tên bikaranîn
Aydenîz, da zanîn ku hewa ku bi tîrêjên rojê germ dibe derbasî beşa fêkî û teaman dibe û team û fêkiyên ter bi pêlên hewa germ hişk dibin. Aydenîz, da zanîn ku hewa germ nem û ritûbeta fêkîyan derdixe derve û hişk dike. Ji ber bi hewaya paqij û tîrêjên rojê team hişk dibe emrê wan ê depoyê zêde dibe û zû bi zû xera nabe. Aydenîz, anî ziman ku ev rêbaza zuhakirin û hişkirina team û sebçeyan di çanda Kurdan de pir tê bikar anîn û wiha got: "Divê ev temam li ber siyê bên raxistin. Raxistina teamên li ber tavê kelandin e. Berhemên raste rast li ber tîrêjên tavê hişk dibin bi awayekî xwezayî tên kelandin. Em tîrêjên rojê raste rast bikar tînin. Em ji tîrêjên rojê sûdê digirin. Em rê li pêş zêdebûna mantarên "afla toksin" digirin. Ev hilberandin hem paqij e û hem jî ekolojîk e. Hem jî ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e.
Aydenîz, da zanîn ku wê vê projeyê li 40 gundên pîlot têxin meriyetê û têxin xizmetê. Aydenîz, bibîrxist ku li ser axa Mezopotamyayê çandiniya organîk tê kirin û divê hilberîna berheman jî li gorî vê yekê organîk be. Aydeniz, bilêv kir ku hem wê jin di vê projeyê de bixebitin û hem jî wê tov, team û hilberîna ekolojîk û organîk pêş bixin. 

DÎHA/AMED