Cotkarên ku debara xwe bi çandina kartolan dikin, piştî erdhejên mezin ên bi pêlên 7,2 û 5,6 li Wan û Erdîşê xistin, rojên zor û zehmet dijîn. Ji ber valabûna Wanê, bikirên kartolan jî kêm bûn, cotkarên vî karî dikin 1 ton kartol bi 150 lîreyê difiroşin û ev yek jî ji heywanan dikirin.
Ji ber valabûna Wanê, ev cotkar nikarin berhemên xwe bifiroşin û dibêjin ku ji ber erdhejê li wanê jî xist, wana nekarî palehiyê bikin. Cotkar diyar dikin ku ji ber ku zivistanê jî zû dest pê kir 150 hezar ton kartol di destê wan de mane.
Ji xelkê bajaroka Pûrxûsê Mehmet Şîrîn Koçer ê ku debara xwe bi çandina pincar û kartolan dike, diyar dike ku ne tenê li bajaroka wan, li gelek cihan cotkar bi ji ber erdhejê û şert û mercên zivistana zû û dibêje ku ew ketine dest selefdaran.
Koçer dibêje; “Sala par, me beşek zêde ji berhemên kartol û pincaran dibir Wanê difirot. Lê ji ber du erdhejên mezin ên li ser hev li Wanê xistin û zivistana zû hat, berhemên me neçûn bazarê. Ji ber wê jî ez nikarim debara malbata xwe pêk bînim. Min îsal bi qasî 100 hezar lîra deyn ji selefdaran girt û 120 donum erd çand. Piştî valabûna Wanê jî brhemên me di destê me de man. Niha di destê min de bi hezaran tonên kartolan hene, lê nikarim bifiroşim. Carna em ji bo heywanan tonek kartol bi 150 lîreyê difiroşin. Em jî bi vê yekê debara xwe dikin. Lê em nikarin deynê xwe li ser xwe rakin. Ji ber wê jî her me deynên me zêdetir dibe û em ê di bin de bimînin.” 

ANF/BEDLÎS