HAMDULLAH KESEN

MA/ANTALYA

Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê, Mûtlû Şahîn bal kişand ser tundiyên Rewşa Awarte yên li ser hûnerê û got: “Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendên muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin.”

Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê, Mûtlû Şahîn got, armanca avakirina komeleya wan ew e balê bikişînin ser filmên li dijî şer û şovenîzmê, yên ku aştî mijara wan e, çêkirina filmên aştiyê teşwîq bikin û piştgiriya teknîkî bidin kesên ku filmên aştiyê çêdikin.

Huner hat tinekirin

Şahîn da zanîn ku hûner bi Rewşa Awarte xweseriya xwe ji dest daye û gotm: “Desthilat bi ferzkirinê, hunerê xwe afirandiye. Desthilatê azadî û hunerê serbixwe ji holê rakiriye û ji ber vê yekê huner û hunermend nikare biafirîne. Sansurkirina hûner di dema Rewşa Awarte de derketiye asta herî jor.”

Şahîn derbarê zextên li ser hunerê elaqedarî Kurdan de got, dewletê ew ji her tiştî mehrûm kirine, û wiha pêde çû: “Bi awayekî eşkere nabêjin ti filan karî nakî, lê bi rêyên cuda te asteng dikin. Ji bo hunerê Kurdî nabêjin ‘Kurdî qedexe ye’ lê bi awayekî micid, asteng dikin û naxwazin di warê Kurdî de hûner bê afirandin. Salonên ku şanoya Kurdî li wan dihat leyîstin, hatin girtin. Di warê çêkirina filman de pirsgirêk heye. Bandrolan nadin. Mihrîcan jî para xwe ji rewşê digirin.”

Huner wê wek gulê vebe

Şahîn got wekî huner, li ser Tirkiyeyê jî tirseke mezin dane avakirin û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji bo ku huner û hunermend vê tirsê bişikînin divê hilberînê bikin. Tirs, tecrîd, zext û tenêbûn, tenê dikarin bi hilberina huner û hunermend bê şikandin. Zextan tenê huner hinekî sekan kiriye. Lê teqez huner wê wek gulekê vebe.”