Peyva hilbijarte ne erkekî sîrûştî werdigire, di wateyeke destûrî de ye, lê mafê ziman mafeke xwezayî û xwedayî ye. Tiştê hilbijarte ne tiştên bingehîn in, tiştên di rêza duyemîn de ne. Kesên xwe xwedanê erkên yêzdanî û mafdayînê dibînin, li gor xwe çend alternatîfan datînin ber mirovan û ji mirovan dixwazin ku ji wan yekî hilbijêre. Lê dû re jî wê ji mirovan bipirsin, ka wî kesî çima ew hilbijartiye? Ango dibe egera tewanbariyê.
Ji ber ku bi vê gotinê mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî tînin rojevê, mijar dibe mijareya perwerdeya zimanê hilbijarte. Ji bo têgihîştinê em mînakên li Almanyayê bînin bîra xwe. Li Almanyayê li gel zimanê almanî îngîlîzî jî mecbûrî ye. Lê di gumnazyuman de, divê mirov zimanekê biyaniyê din jî fêr bibe. Ango mirov dikane ji fransî bigire ta rûsî zimanekî biyanî ji bo xwe hilbibijêre. Ev jî bi kapasite û derfetên dibistanê ve girêdayiye. Gava mamosteyê ders bide tunebe, serî lêdan kêm be, divê mirov ji alternatîfên heyî yekî hibijêre.
Ev ji bo kêmneteweya Sorbonan (hêjmara wan li dora sedhezarî ye) ne wisa ye. Jixwe alman jî vê heqaretê li gelê sorbon nakin. Ew ji dibistana seretayî bigire ta zanîngehan li gel zimanê almanî û îngîlîzî fêrî sorbî jî dibin. Fêrbûna zimanê wan ne wek dersa hilbijarte, mecbûrîye. Li Belçîka her netew û kêmnetew bi zimanê xwe dixwîne û zimanê din jî wek zimaneke biyanî fêr dibe. Ev li hemû welatên netew û kêmnetew hene, wiha ye. Lewre fêrbûna zimanê zikmakî mafeke xwezayî, mafeke kolektif û mafekî hebûna mirovî ye.
Ev bi salan e ku tenê armanceke dagirkerên Tirk heye, bi taybetî jî armanca derûdorên sentêza Tirk-islam. Ew jî Kurdan ne wek netew, ne wek yekitiyeke kolektîv, ne wek civak nasîn, tenê wek hin kesên biyanî, ango tekakesi li welêt bidin pejirandin. Navê vê jî mafê tekakesî danîne. Zimanê Kurdî wek zimanê hilbijarte pejirandin dayîn, di wateya mafê tekakesî de ye. Ev rastrast li Kurd û nirxên Kurdan heqaret û çêrkirin e. Lewre ew naxwazin Kurdan wek netew binasin, tenê dixwazin ku Kurdan wek xizmetkar, duwaco û wek tekakesên li ser fermana wan rabin rûnin, xwediyê tu nirxên kolektîf û anorê nebin, tenê di xizmeta nirxên Tirkayetî û wan de bin.
Ev girtinên di bin navê KCKê de, êrişên têkbirinî, bikaranîna gaz û jehrê, boblat û bangaşiya şerêpsikolojîkê qirêj, bi vê ve girêdayî bi çapemeniya xwe rojevên aspargas afirandin, ji bo vê armancê ye. Ew bi vî awayî dixebitin ku vê daxwaza xwe bi Kurdan bidin pejirandin. Ew gotinên: „zimanê Kurdî ne zimanê şarestaniyê ye, yan jî ne dewlemend e!“ Dek û dolabên li labîrantên kuçeyên Enqerê, axaftindayina qaşo hin kesên nav prof û pisporên nijadperest bi tevahî ji bo bi kotek, dek û dolaban mafê tekakesî bi Kurdan pejirandin dayîneye.
Mafê tekakesî kemîneke gelek xeter û bêbexte. Dema li welêt mafê tekakesî têxin qada jiyanê û zimanê Kurdî jî têxin derekeya zimanê hilbijarte, tê weteya qedexekirineke polisîye. Wê polîs têkeve pêş xwendekaran û ji wan bipirse ka wan çima fêrbûna zimanê Kurdî hilbijartine, dê di dadgehan de jî her wisa, heta dikanin vê bikin egereke cudaxwazîyê jî. Wê çaxê ev zimanê hilbijarte rastrast dibe kulbijarte. Encama vê hilbijarteyê jî dibe encama qursên Kurdî yên ku hatin fetisandin.
Ji bo neteweyeke çil mîlyonî mafê tekakesî û zimanê xwe di derekeya zimanê biyanî de wek hilbijarte fêrbûn rasterast heqaret û kuştineke hê ji komkujî û jenosîtê malwêrantir e. Divê kî behsa tişteke wiha kir, ew ne tenê wek dijminê netewa Kurd, wek dijminê miravahiyê jî were îlankirin. Têkilî jî ji kesên wiha were birîn. Heta bi giştî qedexeya ziman jî ji tişteke wiha  zexel û bêwîjdan birûmetir e.

Newroz:

Bihar û hêvî, nûvejîn û mirovbûn, destpêkeke nû û raperîn, yekîtî û evîn, berxwedan û jiyan, di agiran de zulm û tarîtî sotin, Navên pîroz wek Mazlûm, Zekîye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî yên çirûskên di nava roşta lemê agir de, coşa çil milyonê dibe hêviyek xwe digêhêjîne weteyeke li asûmanê welatê me xwe guhezandiye bûka baranê, wek lehî diherike ser dilan, bi giştî wateyeke wisa kûr ê perengî tîne bîra mirov.

Newroz:

Ji nû ve dibe deng û awaza gelê Kurd ji cihanê diteyîse kûrahiya gerdûnê! Dibe starn û goniya xemla kulîlkên biharî, di cil û bergan de perengê rengên hezar neweyî direşîne ser xaka piroz, xweza bi coş, asûman di roşta gerdûnî de ye.
Newroz; li afrînerên vê roja me, li şahadetên şewqa wan daye ser hemî dilan, li gelê me yê li cihanê vizyoneke nû diafirîne, di kesayetiya wan de li hemû cihanê pîroz be!