Welatiyên Elewî yên navçeya Mabata ya Efrînê, derbarê hilbijartinên 22ʹê Îlonê de got, beşdarbûna hilbijartinan erka hemû welatiyên herêmê ye. Jina Elewî ya bi navê Zeyneb Şêx Mihemed got, projeye Federaliya Demokratîk projeya neteweyî ye û serketina wê dikeve ser milê hemû gelê herêmê û wiha peyivî: ʺDivê gelên herêmê hemû tevlî hilbijartinan bibin, bi namzetiyê û dengdayînê. Divê gel nûnerên xwe hilbijêre.ʺ Welatiyê bi navê Xidir Hisên têkildarî mijarê got, projeya Federaliya Demorkatîk dê xizmeta hemû gelên herêmê bike û wiha dewam kir: ʺSerketina hilbijartinan dikeve ser milê hemû gelên herêmê. Divê hemû hêz û saziyên civakî tevlî hilbijartinan bibin da ku hilbijartin serketî pêk werin. Em dikarin serketinên di hemû aliyên jiyanê de bidomînin.ʺ


 ANHA/SÎNEM HEMÛ