Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê komcivînek ji bo nirxandin û nîqaşkirina xebatên hilbijartinan li dar xist.

Komcivîn li navenda Yekîtiya Rewşenbîran a Dêrikê bi rê ve çû û bi dehan  rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdarî wê bûn.

Di komcivînê de parastina destketiyên şoreşa Rojava ku bi saya berxwedan û hevgirtina gelan hatiye bidestxistin hate hate nirxandin. Di komcivînê de her wiha hate gotin ku hilbijartin berhema Şoreşa Rojava ne û divê hemû kesên welatparêz biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Beşdaran mijar bi awayekî berfireh nîqaş kir.

Di nava nîqaşan de her wiha bal hate kişandinî ser rêferendûma Başûrê Kurdistanê ku PDKʹê dixwaze di 25ʹê vê mehê de pêk bîne nirxandin, û hat gotin, divê piştgiriya xebatên di çarçoveya berjewendiya çarenûsa gelê Kurd de bê kirin.

Di komcivînê de bang li hemû welatiyan hate kirin ku dengê xwe di roja hilbijartinan de bi kar bînin. 


 DÊRIK