Amed DICLE Mijara hilbijartinên 24’ê Hezîranê li Bakur û Tirkiye bûye rojeva sereke. Ya rastî bala hemû cîhanê li ser van hilbijartinan e. Ji ber ku di van hilbijartinan de tenê reveberî nayê guhertin, her wiha sîstem tê guhertin. Wê Tirkiye ji niha û pêve bi sîstemek çawa were rêvebirin? Bersiva vê pirsê wê 24 Hezîranê diyar bibe. Ji ber vê yekê girîng e. Baş e, ev yek wê bandorek çawa li ser Kurdan û şerê li hemberî Kurdan bike? Ev mijarek gelek girîng e. Bêguman wê bersiva vê pirsê jî di serkeftina Kurdan a di hilbijartinan de xûya bibe. Li Tirkiyê niha sê xetên serekê di nava têkoşînê de ne. Yek; xeta AKP-MHP. Ev xeta ola Îslamê bi kar tîne, lê bingeha felsefa wan Tirkbûn e. Ji xeynî Tirkan ti gel, qewm, bawerî û rengên din nas nakin. Sentezek ji Tirkbûn û Îslamîyetê çêkirine. Gelek xeter in. Hebûna xwe li ser tinekirin, qirkirin û şer avadikin. Şerê xwe yê herî mezin li hemberî Kurdan dikin. Eger dîsa bi serkevin ewê şerê heyî berfirehtir bikin. Ev blok bûye sedema problemên gelek mezin. Lê êdî sîstema hundir û derve wan ranake, giran bûne, her tiştî xitimandin e, vîzyonek wan a ji bo pêşerojê nîne. Aboriya wan têk çûye. Li hemberî Kurdan dîsa jî bi ser nakevin. Cîhan wan qebul nake. Teng û tengav bûne. Ji bo emrê xwe dirêj bikin biryara hilbijartinê dan. Xeta duyem; jî li hember vana xwe weke ‘Eniya Gel’ bi nav kir. Di nava vê eniyê de CHP û hin partiyên din hene. CHP ew partî ye ku Komara Tirkiyê ava kiriye û xwe weke xwediyê dewletê dibîne. Di nava burokrasiya dewletê de heta astekê hêza wan a ne xûya heye. Her wiha di vê eniyê de netewperest û oldar jî hene. Ev jî perçeyekî sîstemê ne. Dixwazin dewletê ji kontrola AKP-MHP derxin û bikin kontrola xwe. Ew dibêjin ‘dewlet têk diçe, divê em xilas bikin.’ Di perspektîfa wan jî çareserî nîne. Tenê li ser pirsgirêkên heyî siyaset dikin. Ev herdu enî perçeyên cuda yên heman sîstemê ne û niha şerê hev dikin. Ji bo qelsbûna sîstema dewleta Tirk ev tiştek baş e. Û diyar e, ev şerê wan wê bidome. Çiqas kur bibe wê faşizm jî ewqas qels bibe. Lê ji bo guhertinê tenê qelsbûna faşîzmê têr nake. Lazim e, eniya demokrasiyê were bi hêz kirin, valahî were tijîkirin. Nunertiya vê yekê jî xeta HDP’ê dike. Ev jî weke xeta sêyem tê bi nav kirin. Niha hemû kom û hêzên derveyê sîstemê destek didin HDP’ê. Di van 2 salên dawî de gelek bi dijwarî êrişî HDP’ê kirin lê belê HDP niha ji her demê zêdetir bi qewet e. Eger ev hêza HDP di 24’ê Hezîranê de xwe bide diyarkirin wê herkes rêya çareseriyê bibîne. Bêguman 24’ê Hezîranê bi tena serê xwe nikare deriyekî nû veke. Îhtîmal e, piştî çend mehên din dîsa hilbijartin çêbin. Lê eger ku AKP-MHP têk biçe wê gelek tiştên girîng bibin ku ew eniya din were ser kar, nayê maneya ku wê bi Kurdan re şer nekin. Lê ewê nekaribin weke berê bikin. Eger ku rê û rêbazên berê çareser bana, hewceyî hilbijartinê nedikir. Ji ber vê yekê, li hundir û derve wê ajenteya Tirkiye neçar were guhertin. Ji ber ku ajendetiya niha xitimiye, guhertinek hewce dike. Kurd û hêzên demokrasiyê, di hilbijartinê de çiqas bi serkevin wê li ser pêvajoya nû ewqas bi bandor bibin. Lê divê were zanîn ku hilbijartin bi tena serê xwe ne tiştek e. Îro Efrîn hatiye dagirkirin, li Bradostê êrişên dagirkeriyê dewam dike. Têkoşîna li hemberî van êriş û dagirkeriyê eger bi xebatên hilbijartinê re bibin yek wê demê serkeftina esasî derdikeve holê. Divê xebatên hilbijartinê rojeva sereke bin, lê motivasyona van hilbijartinan divê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê be. Serkeftina di hilbijartinê de wê di şexsê Efrîn û Bradostê de bibe helwesta li hemberî dagirkeriyê.