Karasu: Ji bo HDP ji bendê derbas bibe, divê karekî gelekî zêde were kirin. Ne bi ji sedî 1 yan jî 2 HDP bi ser bendê bikeve. Divê HDP dengekî welê zêde bigire ku AKP hîleyan bike jî nikaribe HDP’ê li binê bendê bihêle. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu got, “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê gelekî girîng in. Eger AKP-MHP bi ser kevin wê sîstema olperest-neteweperest mayînde bibe. Karê têkoşîna demokrasiyê ye ku pêşî li vê bê girtin. Karasû diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sedemên cidî yên aborî, siyasî, dîplomatîk û civakî biryara hilbijartina pêşwext da û destnîşan kir ku yek ji sedemên girîng ên dayina biryara hilbijartinê, polîtîka şer a şefên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ji bo dana der a nîdayên şovenîst û neteweperest, Karasu got, “Hîn jî dibêjin ‘Em ê biçin Minbicê, Kobanê, Qamişlo, Dêrikê, em ê wan deveran ji YPG/YPJ’ê bistînin. Wekî din em ê li Başûrê Kurdistanê biçin Qendîlê, filan cihî bigirin’. Ji bo Kurdan qirr bikin dibêjin, ‘li ku derê mafên Kurdan hebin, li ku derê çepereke siyasî û eskerî ya Kurdan hebe, em ê biçin wê derê, bieciqînin û ji holê rakin’. Polîtîkayeke bi vî rengî ya şer a êrişkariyê dimeşînin. Vê polîtîkaya şer li derve û hundir rê li ber fikaran vekir û gelên Rojhilata Navîn nerazîbûn nîşan dan. Lewma polîtîkayên desthilatdariyê hem li hundir hem jî li derve bûn mijara nîqaş û lêpîrsînê.” Ji bo Kurdan hilbijartinên 24´ê Hezîranê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama axaftina xwe de îşaret bi girîngî û wateya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd, hêzên demokratîk û çepgir kir û bi dewamî got, “Li aliyê Kurdan pêvajoyeke gelekî cidî rû da. Li Pirsûsê, li Enqereyê komkujî hatin kirin. Piştre bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin. Bi sedan mirov şehîd bûn. Efrîn hate dagirkirin. Bûyerên gelekî trajîk û dramatîk anîn serê Kurdan.” Karasû bal kişand ser dijberiya rejîma AKP’ê li nava civakê afirandiye û wiha dewam kir: “Di 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de blokbûyînek di vê astê de tine bû. AKP bi blokbûyîneke wiha tevlî hilbijartinê nebûbû. Hêzên demokrasiyê jî di vê astê de nebûbûn blok. Dibe ku bi navê HDP’ê tevlî hilbijartinê dibin, lê belê ev yek blokeke demokrasiyê ye. Divê mirov ji vê re bibêjin, ‘bloka demokrasiyê, tifaqa demokrasiyê’. Dibe ku yên din tifaqên fermî ava kirin. Li dora HDP’ê blokeke fermî nebû, lê belê hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP’ê ne.” Hîleyan pûç bikin Mûstafa Karasû destnîşan kir ku bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê re wê guhertinên girîng bibin û wiha dewam kir: “Heger AKP-MHP bi rêya hilbijartinê ji desthilatdariyê bê xistin, wê faşîzma olperest-neteweperest a desthilatdariya AKP’ê biheje. Zext û zordariya li ser Kurdan, hêzên demokrasiyê û civakê, wê sist bibe. Bi vê yekê re wê bêhn bê ber hêzên demokrasiyê û azadiyê. Beriya her tiştî baweriya bi xwe ya gel wê zêde bibe.” Karasu got, faşîzma AKP-MHP´ê ji desthilatdariyê nekeve, wê gelek dek û dolaban bigerîne û wiha dewam kir: “Bi hişyarî û rêxistiniya gel pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Heger gel xwedî li dengê xwe derkeve, dikare vê desthilatdariyê bi hilbijartinê biguherîne. Dikare êrişkariya faşîst a vê desthilatdariyê qels bike. Wekî din, ji bo HDP ji bendê derbas bibe, divê karekî gelekî zêde were kirin. Ne ku bi ji sedî 1 yan jî 2 HDP bi ser bendê bikeve. Divê HDP dengekî welê zêde bigire ku desthilatdariya AKP’ê hîleyan bike jî nikaribe HDP’ê li binê bendê bihêle. Ev yek pêkan e. Ji ber ku hîle jî heta cihekî ne. Lewma divê hilbijartin hêja bê dîtin.” Dest werdan tifaqa Kurdan Karasu îşaret bi siyaseta pirreng û pirrdeng a HDP´ê jî kir û got, dewleta Tirk û AKP´ê dest werda tifaqa di navbera Kurdan de: “Desthilatdariya AKP´ê partiyeke dijminê hemû cihêrengiyan e. Dibêje, yek milet, yek dewlet û bi vî rengî Kurdan înkar dike, bi siyaseta xwe ya van çend salên dawiyê jî eşkere nîşan da ku dijminê Kurdan e. Partiyên ji xwe re digotin Kurd, diviyabû li hemberî vê zêhniyeta tekperest bibûna helwêsta yekbûnê. HDP´ê di vî warî de bû xwedî helwêsteke rast. HDP ya ku her wiha partiya Kurdan e jî, xwest li ser Zemînê Kurdistanê bi van partiyan re hevkariyê bike. Hevdîtin pêk hatin, bi qasî me bihîst, hema hema tevahiya daxwazên wan jî hatin qebûlkirin. Bi hev re kirina kampanyaya hilbijartinê, mîtîngan, li mîtîngan belavkirina belavokên wan bi xwe, daliqnaidna afîşên wan bi xwe, çêkirina afîşên hevpar, ev hemû hatine qebûlkirin. Wekî din biryar hatiye dayîn ku beyannameyeke siyasî ya hevpar a ji bo Kurdistanê bê ragihandin. Em wisa dizanin. Lê piştre çi bû, ji derve dest werdan û tifaqa hilbijartinan a HDP´ê bi van partiyan re neçû serî. Gelekî muhtemel e ku ev destwerdana AKP´ê be û di encamê de van hêzan xwe neda ber tifaqeke hilbijartinan a bi vî rengî.” ANF/BEHDÎNAN