
Hevserokê Partiya çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, di derbarê dirêjkirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser hesab xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û ne razîbûnên xwe anîne ziman. Di daxuyaniya de de balê dikişîne li ser ne rawa bûna biryardayîna dirêjkirina dema Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşxistina hilbijartina û wiha got: “Dirêj kirina dema Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê qet nayê pejirandin. Dirok wê weke bûyerekî nerênî tomar bike.”
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb, di derbarê pejirandina vê qanûnê ji aliyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ve ji got: “Eger Serokê Herêmê vê qanûnê bi pejirîne wê dîrokekî tarî ji bo xwe tomar bike. Li ber çavderbaskirinê re Serokê Herêmê dikare ji xwe re giranbihayekê qezenc bike.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de ji Diyar Xerîb da diyar kirin ku, wê Serokê Herêmê di çend rojên pêş de bersiva van pirsên me bide û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku, bi çalakiyên demokratîkane rê li pêşiya pejirandina vê qanûnê bigrin.
Opozisyona herêmê: Dengdan ne rewa bû
Hêzên opozisyonê li Parlemantoya Herêma Kurdistanê diyar kirin ku ew herdu biryarnameyên dirêjkirina dema serokatiya herêmê û parlemantoya herêmê naperjirînin û dengdana erêkirina beryarnameyan jî ne rewa ye.
Çar hêzên opozisyonê li parlemantoya Herêma Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekîtiya Islamî, Cemaeta Îslamî û Partiya Pêşeroj daxuyaniyek nivîskî weşandin û di derbarê dengdana li ser herdu biryarnameyên dirêjkirina dema serokatiya herêmê û parlemantoya herêmê hatiye çêkirin doza lêpirsînê kirin, di daxuyaniya opozisyonê de hate gotin: "Dengdan ne rewa û ne li gorî zagonan bû, pêwîste di demeke kurt de komîteyek lêkolîn û pêpirsînê were avakirin û mijar were lêpirsîn."
Hêzên opozisyonê di daxuyaniya xwe de diyar kirine ku hêzên desthilatdar li herêmê dixwazin bi hilbijartinan bilîzinin û parlemantyê bê bandor bikin da ku dema desthilatdariya xwe dirêj bikin.
Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin: "Di parlemanê de bê ku raya hêzên opozisyonê bê girtin, herdu hêzên hevkar biryareke siyasî erê kirin û li ser parlemanê ferz kirin."
Hêzên opozisyonê diyar kirin Serokê Herêma Başûrê Kurdistan berpirsyare ji van aloziyan, çare jî ewe ku serokê herêmê herdu biryarnameyan erê neke û wan vegerîne parlemanê.
Derbarê mijarê de berdevkê fermî yê serokatiya herêmê Omîd Sebah diyar kir serokê herêmê Mesûd Barzanî ne li Kurdistanê ye û piştî ku vegere wê di derbarê herdu biryarnameyên dirêjkirina dema serokatiya herêmê û parlemana herêmê de helwesta xwe eşkere bike.
HEWLÊR