Denîz Surgut ku ev 81 roj in di greva birçîbûnê ya Strasbourgê de ye, diyar kir ku serfiraziya hilbijartinên cihî, wê berxwedanê geştir bike: ‘’Divê mirov qeyûman ji Kurdistanê biqewitînin, ev meseleya rûmetê ye’’.
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Feleknas Uca û namzetên hevşaredariyê yên bajaroka Aviskiya Jêr û rêveberiya bajêr a Êlihê ya DBP’ê serdana malbata Denîz Surgut kir. Denîz Surgut ev 81 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye. Dema serdanê axaftinek bi Surgut re hate kirin.
Em Kurdistanê şiyar bikin
Surgut bi telefonê ev peyam dan: ‘’Em bi gelê xwe re di nav pêngaveke berxwedanê de ne. Hilbijartin jî parçeyekî girîng ê vê berxwedanê ne. Her serketineke li dijî faşîzmê girîng e. Di vê çarçoveyê de heval çûne gundê min û serdana malbata min kirine. Girîng e ku hemû parçeyên berxwedanê ji gel re werin vegotin, gel tevlî pêvajoyê were kirin û were gotin, grevên birçîbûnê û hilbijartin bi hev ve ne. Yek ji armancên girîng ên çalakiya me ew e ku em Kurdistanê hinekî hişyar bikin.
Mijara rûmetê ye ku şaredarî dîsa werin standin. Çi qas zextê bikin jî divê mirov li vîna HDP’ê ango li vîna gelê xwe xwedî derkeve. Gelê me jî divê van hilbijartinan mîna berxwedanekê fêhm bike.
Li hemû deverên Kurdistanê berxwedan heye. Ev hemû berxwedanên ku rengê wan ên çalakiyê cuda ne, yek in. Dema ku me berxwedan yek dîtin, wê demê em ê bi giringiya hilbijartinan jî zanibin. Ji ber vê jî berxwedan wê hev xurt bikin û geş bikin. Armanca hemû berxwedanan têkbirina faşîzmê ye. Gelê Kurdistanê dema ku vîna xwe nîşan dide ev her wiha pejirandina daxwaza azadiyê ye. Pejirandina azadiyê her wiha tê maneya daxwaza azadiya Rêbertiyê.
Îro li Bakur a ku pranga li vîna gelê me dayî dewleta Tirk e. Ya ku tecrîda giran li ser Rêbertî danî û Rêbertî rehîn digire, dewleta Tirk e. Ya ku li dijî destketiyên gelê me yê Rojava jî tim gefên şer dixwe jî ew e.’’
ANF / ÊLIH