Li Tirkiyê ji bo hilbijartina giştî hefteyek ma, lê wer xuya ye ku hewayekî hilbijartinê tune ye. Her çiqas li ser hilbijartinê anket bêne weşandin û analîz bêne kirin jî, daneyên ku ji bo wan tên bikaranîn jî rewşê bi giştî ifade nakin. Di anketan de tenê daneyên ji rojavayê Tirkiyê tên bikaranîn, piraniya nirxandin û şîrove jî gorî encamên van anketan têne kirin. Encamên piraniya anketan nîşan didin ku rêjeyên dengên partiyan û pêkhatina parlamentoyê wê mîna ya hilbijartina 7’ê Hezîranê pêk bê. 

Di analîzan de rewşa Bakurê Kurdistanê bi objektîfî nayê nirxandin. Bandora pêkhatiyên wek; li gelek navçeyan qedexeya derketina kolanan, îlankirina herêmên leşkerî û ji xelkê re qedexekirina wan, binçavkirin û girtina bi sedan aktîvîstên siyasî û ya bi dehan şaredaran, wêrankirina navçe, gund, tax û tirbên Kurdan a li ser psîkolojiya Kurdan zêde nayê hesibandin. Herwiha pêşketinên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û yên dîplomatîk jî di analîzan de li ber çavan nayê girtin. Yanî guhertin û pêşketina sosyolojîk, rêxistinîbûn, têkoşîn û siyaseta Kurdî bi awayekî zanîstî nayê şîrovekirin…

Wekî tê zanîn; piraniya şîrketên anketan di pêşbîniya encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî encamên rasterast nîşan nedabûn, piraniya wan dengên AKP’ê ji encama ku di hilbijartinê de derketî, zêdetir nîşan dabûn û dengên HDP’ê jî ji biniya bendava hilbijartinê (ji sedî 10) an jî herî zêde ji sedî 10 nîşan dabûn…

Xaleke din ya ku di pêşbîniya encamên hilbijartinê de manîpûlasyon li ser tê kirin jî; rêjeya kesên ’bêbiryar’ e. Gorî anketan di navbera ji sedî 5-15 hilbijêr hên jî bê biryar in. Lê anketor vê rêjeyê gorî rêjeya net a partiyan parve dikin. Mînak; gorî anketa şîrketeke tê nasîn, rêjeya dengên AKP’ê ji sedî 36.8 e û ji sedî 9.5 jî hilbijêrên ‘bê biryar’ hene. Şîrket van bê biryaran li ser partiyan belav dike û dengên AKP’ê wek ji sedî 42.5 nîşan dide. Ji rêjeya 9.5’ê tenê ji sedî 1 deng dikevin para HDP’ê!..

Yanî; bi riya anketan jî manîpûlasyon û bi rêvebirina hişmendiya xelkê tê kirin. Tirkiye ne rejîmeke demokratîk û asayî ye; û herwiha psîkolojiya civakê jî ne wek ya civakên rejîmên demokratîk û normal e. Mînak; Kurdek an jî kesekî ku hêvî ji AKP’ê qutkirî çima careke din vegere û dengê xwe bide wê? AKP’ê gorî 7’ê Hezîranê çi hêviyeke nû afirandiye ku xelk cardin hêviya xwe pê ve girê bide?.. 

Eger mirov, bi pêşketinên li Tirkiyê û yên li Rojhilata Navîn bîne berçavan; wer xuya ye ku piraniya Kurdên di 7’ê Hezîranê de dengên xwe dane AKP’ê jî wê vê carê rû ji siyaseta wê ya dijkurd û feraseta wê ya DAÎŞ’î badin…

Li gel ewqas êrîş, kuştin, reşkirin û girtinan, HDP êdî wek aktoreke siyasî ya bi hêz a siyaseta Tirkiyê tê qebûlkirin. Kurd êdî xwe naspêrin partiyên rejîmê. Herwiha HDP ji xelkên din ên li Tirkiyê re jî bûye hêviya jiyaneke aram. Beşên civakî yên ku di hilbijartina berê de bi HDP’ê re nû pêwendî çêkirin, ên wek Elewî, Xirîstiyan û civakên din ên ne Tirk jî, di dema çûyî de pêwendiyên xwe bi HDP’ê re hên saxlemtir û mayînde kirin…

Gorî pêşbîniya min; li bajarên Kurd ên wek Riha, Semsûr, Dîlok, Meletî, Mereş û Elezîzê Kurd wê hê zêdetir dengên xwe bidin HDP’ê û hejmareke zêdetir parlamenteran hilbijêrin. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li van bajaran cara yekê Tevgera Azadiyê ya Kurdî bi HDP’ê deng û hêza xwe zêde kir. Her wiha li bajarên wek Edene, Mersîn, Hatay û metropalên mezin ên Tirkiyê jî pêwendiya xelkên din a bi HDP’ê re hên zêdetir bû.

Him li Tirkiyê û him jî li Rojhilata Navîn bayê Kurdî bandorê li siyaseta giştî dike. Helbet ji bo Kurdan hilbijartin ne her tişt e, parçeyekî têkoşînê ye. Rejîma Tirk çiqas bi dek û dolaban û bi polîtîkayên dijkurd hewil bide Kurdan bêhêz, bêstatû û parçeyî bihêle jî, encama hilbijartina 1’ê Mijdarê wê careke din nîşan bide; ku ew mecbûrî naskirina vîna Kurdî ya azad in…