Dema mirov pêkhatin, çalakî û diyardeyekê dinirxîne, divê mirov berê her tiştî li rastiya; ew kengê û di çi rewşê de pêkhatiye binêre. Li gel wê li hember hemû dijwariyan jî gel li doza xwe xwedî derketiye, yan na, ev girîng e.
Dagirkerên tirk berê yekitiya hemû partiyên dewletê (AKP;CHP; MHP) pêkanîn, bi wê ve girêdayî dest danîn ser çapemeniyê, parêzbenda parlamenteran rakirin û HDP îzole kirin. Pişt re dest bi ruxandina bajar û deverên (Cizîr, Sur, Şirnax, Nuseybîn, Gever..) kelahên berxwedanê bûn kirin, rêya koçberiya sedhezran vekirin.
Bi riya darbeya leşkerî ya wek şanoyekê hatiye sêwirandin darbeyeke sivîl pêkanîn. Bi wê re zagona heyî jî ji holê rakir û KHK (Biryarên di hêza zagonê de) kirin cihê zagonê. Wan bi van KHK yan dest danîn ser hemû şaredariyan; parlamenter, şaredar û bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin, gel bê rêxistin hîştin, Jixwe saziya hilbijartinê ji berê ve di xizmeta serkariyê de ye.
Wek gava duyem, a) li aliyekê tekoşîna gelê kurd wek dijimin, ruxandina Tirkiyê derxistin pêş ku bikanin hestên nijadperestiyê sor bikin, li aliyê din hemû kes, tarîqat û saziyên qaşo îslamî ji bo xapandina gelê bawermend xistin nava tevgerê.
b) Bi rîya kes, kom, komik û partiyên marjînal ên di siya PDK de dijbangaşiyeke bêbext li hember Tevgera Azadî û HDPê birêvebirin. Van derdoran jî bi taybetî ji bo serketina dengên erê hezar û yek qilopani avêtin. Têkiliya rêveberiya Hewlêr û Enqerê wek hêvîyekê firotin û kirin alavê bangaşiyê.
Ev referandum di nava şert û mercên wisa bêbext de pêk hat.
Û gel rabû şah
Hem serakriyê îslamo faşîst bi çapemeniya xwe ve li gor tirsa reşandibûn ser xaka pîroz û hem ji derdorên di siya PDKê de bi hêviya muhatap hatina girtinê dij bangaşiyeke herê qirêjê xayînane bi rêve dibir, bangaşiya êdî hêza Tevgera Aazadî û bi wê ve girêdayî ya HDPê hatiye şikandin derxistin lutkeya bangaşiya ku bixwe jî jê bawer nedikirin.
Bi serhildana Newroze re ev çembera bêbext hate parçekirin. Bi rêya bangaşiya referandumê kelecaneke ji nû ve rabûnê li ezmanê bajarên Kurdistanê bilind bû ew çembera bêbext parçe parçe bû. Li hemû kelahên berxwedanê gel bi rêjeyeke pir bilind bersiva dagirkeren bi tundî da. Wan bi serbilindî dan xuyakirin ku ti hêz û sextekarî nikane wan teslîm bigire.
Divê mirov rêjeya dengan li gor rastiyan binirxîne. Li hemû bajaran ji sedemên nebûna kar, çewisandin û zordestiya dagirkeran, bi sedhezaran koçberî pêkhatiye. Li gel wê dewleta trik di bin navê leşkerî, polîs, hêzên taybet, sîxwiran de bi sedhezaran sangole û serserî li bajaran bi cih kirine, dengên wan wek dengên blok hatine bikaranîn. Ji ber vê rastiyê li ti bajarê Kurdistanê rêjeya dengên kurdistaniyan kêm nebûye. Heta di zêdebûna dengên na yên li metrepolên tirk de jî rola bingehîn ya welatparêzan e.
Hemû cihan rastiya sextekariya di vê referandûmê de hatiyekirin haydar e, li aliyê din ji ber kesayetiya RTE û dek û dolabên AKP ev referandûm wek referandûmeke rewa nepejirandiye. Mînak DYA ji bo daxuyanî dayînê li ser rapora AGIT ê rawestiyaye. Heta bê çend kesên wekî wî, ti kesî ew pîroz nekir û jê re serkeftin negot. Di hemû şiroveyan de ev encam wek kareseteke ji bo mirovahiyê hate nirxandin.
Divê em gelên ti bajarê Kurdistanê tewanbar nekin, em rastiyên wan bajaran binirxînin û li gor van rastiyan nêzîkê gelê li wan bajaran bibin. Mînak Riha û Semsûr. Li van herdu bajaran jî rola menzîlcî, kesên wekî wî û eşîrtiyê gelek mezin e. Dewleta dagirker ji avabûna xwe hetanî vê roja me van alavên bêkêr bikartîne. Divê em li ser azînên ku em çawa bikanin gel ji vê bandorê rizgar bikin rawestin. Heke em bikanin vê çembera bêbext bişkênin, wê rewş bi tevahî biguhere.
Wek emcam mirov dikane bibêje; em li hember dagirkerîyê bi ser ketine. Wê serkeftina pêş jî ya gelê me be.