Di 30'ê Nîsanê da hilbijartina Perlemena Îraqê û li sê bajarên herêma Kurdistanê Silêmanî, Hewlêr û Dûhokê jî hilbijardina Meclisa Bajar û Parêzgeh pêk tê. Ev hilbijartin ne di zemînekî demokratîk da tên lidarxistin. Derfet û îmkanên ber destê hêzên siyasî  ne weke hev in. Hem li Îraqê û hem li Başurê Kurdistanê wisa ye. Li Îraqê ji ber koçberbûn û êrişên DAIŞ'ê  li gelek herêmên Sunî lê dijîn hilbijartin pêk nayên. Tê texmînkirin ku herî kêm 400 hezar dengderên Sunî ji dengdanê bêpar bin. Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî ku di heman demê da serokayetiya hêzên çekar a Îraqê dike, ji ber ku berjewendiyên xwe û bandorkirina dengeyên siyasî  operasyonê li dij hêzên DAÎŞ'ê yên li herêmên Sunî pêk nayinê û dihêle piştî hilbijartinê. Li herêma Kurdistanê dengeyên siyasî û ne edaletî ne. PDK ne bi zagon û destur lê bi darê zorê hêzeke aborî, serbazî û medya kontrol kiriye bi hatinên petrol a ji sala 1991'ê, bi rêyên ne-qanunî derfet û îmkanên civakê ji bo xwe bikartînê û rê nade ti partî an saziyeke din bibe hêz. Yên bixwazin bibin hêz, li herêmên bin kontrola PDK'ê de bi zindan, îşkence, kuştin, teşhîr û komployan bersiva wan tê dayîn. Civak bê îrade û bê deng kiriye. Dema kampanyaya hilbijartinê jî tiştek nemaye li gel bilav nekin; ji laptop bigire heya telefonên modêla herî dawî, ji pere bigire heya zevî û sozên damezirandin li fermangehên hikumî ji bo kesên nû xwendin xelas kirine. Herwiha bi alîkariya AKP û kesên mîna Îbrahîm Tatilses kampanya hilbijartinê birêve birin. Bi îtîfaqa du alî  hemû hilbijartinên Tirkiyeyê û Başurê Kurdistanê da bi reve bibin, êdî diyare PDK û AKP mîna yek partî tev digerin. Kolandina xendeqa ser sînorê Rojava jî encamê vê îtifaqê ye.

Hilbijartin di etmosfêreke bi vê rengî de pêk tên. Di vê îtifaqê da hêzên raste rast destek didin hene û hêna jî bê ku van siyasetan rast bixwînin ketine nava vê bereyê. Yek ji van hêzan jî mixabin Tevgera Goran e. Ev hêza ku ji zikê YNK'ê bin navê 'reformê' derket niha ji bo kursiyê deselatdarî xendeka şermê ya li ser sinorê Rojawa-Başûr jibîr kiriye û bêdenge. Ji ber ku Goran bi PDK'ê re di nava îtîfaqa sazkirina hikûmetê da ye wisa tevdigere. YNK di bereya dijberê xendeqê da xuya dike, bi taybet di dema kampanyaya hilbijartinê de. Di 12 salên dawî da cara yekemîne YNK xwedî xîtabeke netewî ye lê ev jî pirsa "gelo ev taktîk in?" di nava rayagiştî de diafirêne. An encama windakirina kursêyê deselatdariyê ye? Çi bibe bila bibe di dema hilbijartinê da ev gotar dibin mal li ser her hêzêke ku bixwazê di bereya gel de cih bigirê. Ji bo wê jî gotara netewî roleke sereke hebû di kampanyaya hilbijartinê de. Lê di asta hundirîn da tiştên bûne pêşbirkên hilbijartinê ne çareseriya pirgirêkên netewî, xizmet û bi sazîbûna herêmê ye. Zêdetir ya ku di kampanyaya hilbijartinê de xwe da der şikandina hev , teşhîr û serdestiya derûnî bû. Rengên jinan û projeyên wan, heta projeyên partiyên siyasî jî ji bo jinan tûne bûn. Jin tenê bi fotoyên xwe hatin dîtin, ne bi projeyên xwe. Hemû listên tevlî hilbijartinê bûne jin weke amur  bikartênin, ne weke dînamîzmeke sereke ya guhartinê.
Kerkûk xelekeke girînge di vê hilbijartinê da. Wer xwuya dike ku YNK li Kerkûkê xwedî hêze û bi namzetbûna Dr. Necmedîn Kerîm a Walîtiya Kerkûkê, di vê hilbijartinê de li pêşe. PDK taktîkeke hlibijartinê kir û xwest bêjê 'ne tenê li ser sînorê Rojava waye li ser sînorê Kerkûkê jî xendekê dikolim'. Ev ji bo veşartina şerma ku kiriye bû. Lê wer diyare ku ev taktîk binketiye û ji bilî zirara mezin ti tiştekî bi xwe re nayinê. Sedem ne DAÎŞ e û ne jî ewlekarî ye. Ji ber ku ji destpêkê ve PDK'ê got ev biryar a hikûmeta Başûre lê dema YNK'ê got 'ne biyara me ye', vê carê gotin 'ev biryar a Malikî ye'.  Dema hikûmeta Îraqê got ev biryar a PDK'ê bi xwe ye, vê carê gotin 'em herêmê ji DAÎŞ ê diparêzin' û ji bo vê hincetê jî rewa bikin li ser sînorê Kerkûkê xendek kolan.
PDK bi vê gavê ne tenê parçebûna Kurdistanê rewa kir, her wiha  parçebûna Başurê Kurdistanê jî rewa kir. Ev jî tekane zirerê bide wê bi xwe.