Belê mixabin carek din jî ji bo tevlîbûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê destûr nîne. Ji bo me ya giring di hilbijartinê de hebûna bandora gel e. Belê komarî Îslamî dengên gel di vê hilbijartinê de bi şêweyek din bikar tîne.”
Kemal Kerîmî dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Ji bo hilbijartinê tenê kesên girêdayî hikûmetê serlêdana wan a namzetiyê tê qebûl kirin. Yên ji dervey namzetên hikûmetê nayên qebûl kirin. Di dema hilbijartinê de jî gel neçare ku carek din dengê xwe bide van.”
Kemal Kerîmî têkildarî helwesta partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser hilbijartinê jî wiha got; “Pêş demekî me çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser vê mijarê nîqaş kir. Belê her di destpê de hinek aliyan ji ber hilbijartin boykot kirin, êdî civînên me berdewam nekirin. Ji ber ji hilbijartinên pêştir ezmûnên me hene ka em kengê boykot bikin an jî tevlî bibin.”
Di dawiyê de Kemal Kerîmî wiha got; “Mixabin ev hilbijartine jî her weke hilbijartinên pêştir wê ti guhertinek têde nebe. Niha jî namzetên ku hene girêdayî Sopay Pasdaran û hikûmetê ne. Ji bo vê ti hêviyek a guhertinên nû ji vê hilbijartinê nîne.”