Li gorî aliyên YNK´ê biryarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Başûrê Kurdistanê kiriye ku beşdariya hilbijartinan kêm be. Komîsyonê bi xwe bi daxuyaniyekê got, ew di biryarên xwe yên elaqedarî belgeyên pêwîst de rijd e û ji ya xwe nayê xwarê.

Dengdana ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ya dema çaran doh dest pê kir. Bi destpêkirina hilbijartinê, vê carê biryara Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê bû mijara minaqeşeyan. Her wiha li gorî texmînên heta saet 12:00’ê nîvrojê li Silêmanî rêjeya tevlîbûna dengdanê ji sedê 17, li Hewlêrê ji sedê 16 û li Helebceyê jî ji sedê 23 bûye.

 

Beşdarî kêm bû

Doh saet heştê sibehê dengdana ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dest pê kir. Li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 85 hezar û 461 kes dikarin deng bidin. Ji vê hejmarê 170 hezar û 469 kes di roja dengdana taybet de mafê wan ê dengdana taybet hebû. Ji van, ji sedî 91,75 çûn ser sindoqan.

Dengdêrên Herêma Kurdistanê li hezar û 240 navendan deng da. 42 hezar û 170 karmendan jî li ser sindoq û navendên dengdanê kar kir. Di vê hilbijartinê de 773 namzet ji bo 111 kursiyên parlamentoyê dan ber hev. 241 namzet jin in û 532 namzet jî mêr in.

Li gorî texmînên heta saet 12:00’ê nîvrojê li Silêmanî rêjeya tevlîbûna dengdanê ji sedê 17, li Hewlêrê ji sedê 16 û li Helebceyê jî ji sedê 23 bûye.

 

Sedema kêm tevlîbûnê biryara komisyonê ye

Rêveberê giştî yê ofîsa Komisyona Bilind a Hilbijartinan ya Silêmaniyê got, li Silêmaniyê pirr hindik hilbijêran dengê xwe bi kar aniye, ji bo vê kêm beşdarbûnê jî wek sedem biryarên komisyonê nîşan da.

Rêveberê giştî yê ofîsa Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê, Rêbîn Ebubekîr doh daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêbîn Ebubekîr diyar kir ku li parêzgeha Silêmaniyê milyon û 134 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne. Heta seat 12.00’an 167 hezar û 356 kesî dengê xwe bi kar anîye.

Rêbîn Ebubekîr sedemê kêm beşdarbûna welatiyan bi biryara şeva bihuri ya Komisyonê ve girêda û got: “Komisyona hilbijartinê şeva bihurî derbarê guhertina dengdanê de daxuyaniyek dabû. Kesê ku dengê xwe bi kar bîne pêwîst e 2 belge li gel wî hebin, weke nasname yan ji paseport, yan jî sicîla wan a şaristaniyê li gel wan hebe. Piştre jî diyar dikin ku welatî dikarin bi yek nasnameyê dengê xwe bi kar bînin.”

Hêjayî gotinê ye ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku heta seat 12:00’an li parêzgeha Silêmaniyê weke rêje ji sedê 9.44 kesan dengê xwe bi kar aniye.

 

Biryarên komîsyonê sedemê pirsgirêkan in

Berdevkê dezgeha hilbijartinê yê YNK’ê jî diyar kir ku rêjeya kêm beşdariya li hilbijartinê, di stûyê komîsyona hilbijartinê de ye, ji ber ku pêr bi şev komîsyonê got, divê her kes bi nasname û rêgeznameyên Iraqê biçe dengê xwe bi kar bîne, haya welatiyan jî ji vê biryarê nîne.

 

Komîsyon ji ya xwe nehat xwarê

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê jî piştî nerazîbûnan daxuyanî da çapemeniyê û got, “Em biryara xwe neguherînin û divê belgeyên pêwîst ên ji bo dengdanê li gel bin.”

Di daxuyaniya çapemeniyê de rêvebera Komisyona Hilbijartinê Rêzan Reşîd axivî û got; “Biryarên komisyonê weke xwe ne. Hemû biryar weke xwe tên pêkanîn. Divê ji bo dengdanê belgeyên pêwîst li gel hilbijêr hebin. Kopiya belgeyan nayê qebûlkirin.”

Rêzan Reşîd diyar kir ku destûr nayê dayîn ku muxtar, asayîş û polîs biçin navendên dengdanê û heger biçin navendekê, dengên sindoqên wir wê bên betalkirin.

 

HEWLÊR

 
 

Hilbijartin baş derbas dibe

 

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew bi baldarî hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê dişopnînin û dikarin bibêjin, hilbijarinên Kurdistanê baş derbas bûne.

Doh li navenda dengdanê ya dibistana Burhan a bajarê Helebce nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Elis Welter li ser şopandin û çavdêriya hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnera NY’ê Welter got; “Em ji bo şopandin û çavdêriya hilbijartinan digerin. Me biryar daye ku heta dawiya hilbijartinê em bi baldarî li ser hilbijartinê rawestin. Em nikarin ti biryarê li ser komîsyonê bidin, lê em ê di dawiyê de helwêsta xwe ragihînin. Li gorî lêkolînên me heta niha hilbijartin baş derbas dibin. “

 

HELEBCE/ROJNEWS