Li gorî kevneşopiya li Îranê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xanemey beriya her kesê dengê xwe bi kar anî. Xanemey demjimêr di 08.00 de dengê xwe bi kar anî û banga beşdarbûna hilbijartinê li gel kir. Xamaney destnîşna kir ku ev hilbijartin dê ji bo dost û dijminan peyamek be û diyar kir ku ew ji hilbijartinên berê zêdetir girîngiyê dide vê hilbijartinê.
Gelên li Îranê hem di serdema desthilatiya rejîma niha de û hem jî beriya niha, ji hemû mafên xwe yên netewî û olî bê beş hatine hiştin. Li Îranê derfetên ku gel bi awayek azad nûnerên xwe hilbijêre û bişîne parlementoyê ti caran çênebûne. Lewra bêhtirê partî û rêxistinên siyasî yên gelê Kurd, belûç, ereb, azerî û turkmen bi daxuyaniyan banga boykotê li gelên li Îranê kirin.
Kurd boykot dikin
Gelê Kurd ku her ji destpêka desthilatiya Komara Îslamî ve rastî êriş û komkujiyan hat, di tu hilbijartinan de bi awayekî yek deng û girseyî başdarî hilbijartinên Îranê nebûye, vê carê jî biryara boykotê daye.
Ji ber ku Îran di warê mafên Kurdan de tu pêngavek naavêje, partî û rêxistinên Kurdan banga boykotê li Kurdan kir. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê di daxuyaniya da banga boykot kir û got; “Beşdariya hlbijartinê, rewatiyê dide rejîma Îranê ku mafên bingehîn ên hemû gelên li Îranê înkar dike.” PJAK’ê bang li Kurdan û hemû gelên ên li Îranê kir ku hilbijartinê boykot bikin. Tê payîn ku bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bandore boykotê zêde be.
Gelê Belûç ku gelek ciwanên wan hatine darvekirin û û gelê Ereb ku bi taybetî di demên dawî de bi gelek komkujî û zextên rejîmê re rû bi rû man jî gelek sar nêzîkî hilbijartinê dibin. Li gor agahiyên ajansan, ji niha ve li Îranê gelek ciwanên ereb bi îdîaya ku ji bo boykotkirina hilbijartinê xebat bi rê ve birine hatine girtin û hejmarek ji wan di bin êşkenceyên giran de hatine kuştin.
Gelê Azerî û Turkmen jî ku di salên destpêkê yên rejîma Îslamî de her car li aliyê desthilatdaran cih digirtin jî, piştî ruyê rast yê rejîmê dîtin, van hilbijartinan protesto dikin. Gelek derdorên siyasî yên Azerî û Turkmen jî boykotkirina hilbijartinê dixwazin.
Beirya hilbijartinê, sazî û rêxistinên mafê mirovan bal kişandin ku girtin û binçavkirinê li hemberî muxalîfan zêde bûn. Tevgera Kesk a muxalîfan bang li alîgirên xwe kirin ku ji xwepêşandanên li kolanan dûr bikevin.
Piştî hilbijartinên sala 2009’ê bi qasî 2 mehan li gelemperiya Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin û ev yek di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de weke mezintirîn raperîn hatibû binavkirin.
Di sala 2012 de raperîneke wiha nayê hêvîkirin. Bi taybet muhafezakar bang li gel dikin ku biçin ser sindoqan.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Ehmed Wehîdî, di daxuyaniya da ajansa ÎRNA’yê de û diyar kir ku hilbijartinên ku dê sibê pêk bên ji bo ewlekariya neteweyî ya Îranê pir girîng e û bang li gelê Îranê kir ku biçin ser sindoqan. Konseya Mihafizên Neteweyî ya ku di destê Muhafezakaran de ye, ji 5 hezar û 395 serlêdanan, 3 hezar û 444 serlêdanan qebûl kir. Hate zanîn ku vê konseyê hin namzedên nêzîkê Ehmedînejad jî asteng kirin.
TEHRAN