Roja 1’ê Mijdarê, ji bo siberoja dewleta Tirk, rejîma 92 salî ya riziyayî û têkîliyên rejîmê yên bi Kurdan û civakên din ên ku hebûn û mafên wan tê înkarkirin re wê mesajên nû derêxe holê. Encamên hilbijartina giştî çi bibe bila bibe, rejîm êdî nikane bi dînamîk û têkîliyên kevin temenê xwe dirêjtir bike. Bi giştî rejîma Tirk û saziyên dewletê gişt ahenga xwe wenda kirine û êdî hevdu nagirin…

Her sê lingên rejîmê; parlamento, hikûmet û daraz tev bûne yê partiyekî û li devê Serokdewletê Tirk Recep Tayyîp Erdogan mêze dikin. Arteş û asayîş jî bûna wek notirvanên partiyekî. Dengê çapemeniya azad û ya opozîsyonê hatiye birrîn, ên mayî jî gişt bi yekdengî rolekî wek berdevkê Erdogan û partiya wî dilizîn. Bi her awayî dîktatoriyek a mîna yên din ên li Rojhilata Navîn li dar e…

Partiya serdest AKP û serokê wê yê pratîkî Erdogan ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe, her cûre polîtîkayên zordestiyê xistine meriyetê. Lê ne dikanin tirsa xwe ji ser xwe bavêjin û ne jî dikanin dengê xelkê, mûxalefeta demokratîk û yê Kurdan bibirin. ‘Komara tirsê’ hatiye avakirin, lê xwediyê rejîmê ji herkesî zêdetir ditirsin…

Li hemberî vê yekê raya giştî ya cîhanî bi piranî bêdeng e û li gel vê yekê; dewletên serdest ên rojavayî piştgiriyê didin rejîma zordest û desthilatdarên wê, lê ev mijara analîzekî cûda ye…

Herkes bi baldarî dipê; ka encama hilbijartinê wê çawa be? Dengên AKP’ê wê kêmtir bin an na? Erdogan wê ji Tirkiyê bireve an na? Hêza Kurdan wê di parlamentoyê de zêde be an na? Piştî hilbijartinê kî wê bi kê re koalîsyonê çêke? Tansiyona siyasî ya bilind wê dakeve an na? Ji bo rojên aram hêvî wê bilindtir be an na? Û hwd…

Rejîma Tirk ji rastiya xelkên li Tirkiyê dûr ketiye, belawela ye û ji îro şûnde nikane ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê peyda bike. Kinc li bedenê nayê, pirr teng û pirr kevin e; kincekî nû; yanî ji her hêlan ve hevpeymaniyeke civakî ya nû pêwîst e…

Şeva 1’ê Mijdarê nîşaneyên nû yên siyaseta Tirkiyê wê devkevin holê û her aktorên siyasî wê ji bo siyaseta nû zend û bendan badin ku bandora xwe li avakirina siyaseta nû bixin. Ne AKP, ne CHP û ne jî MHP çiqas dengan bistînin; bi tena serî xwe, an jî bi koalîsyonê bibin hikûmet jî ev partiyên rejîmê nema dikanin siyasetên xwe yên heta îro bi rehetî berdewam bikin, bi taybetî jî siyasetên xwe yên derbarê Kurdan de…

1’ê Mijdarê di heman demê de Roja Kobanê ya Cîhanî ye. Ji ber vê munasebetê, ji bo pîrozkirina berxwedanê û piştgiriya jinûve avakirina Kobanê û şoreşa Rojava, li seranserê cîhanê çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Piştî berxwedaneke bêhempa û bedelên pirr giran Kobanê hovên DAÎŞ’ê têk birin û ji bo xwedî statûbûna Kurdan giştan deriyê serdemeke nû vekir. Berxwedan û serkeftina Kobanê feraset û siyasetên rejîmên herêmî yên li Rojhilata Navîn bi guhertina teqez re rû bi rû hişt. Rejîma Tirk jî piştî serketina Kobanê, hemû hêviya xwe ya tunekirina hebûn û vîna Kurdan wenda kir. Li Rojava û li Bakur bi hemû hêza xwe û bi bikaranîna hovên DAÎŞ’ê şerê li dijî Kurdan cardin gur kir, lê bi vê yekê re, hemû rewatiya xwe li hundir û li qadê navnetewî wenda kir…

Hilbijartina 1’ê Mijdarê nîşaneya bersiva vê pirsê wê derêxe holê; bi Erdogan û yên wekî wî ve şer û zilm an bi qebûlkirina vîna Kurdan re aştî, demokrasî û aramî…

Ez wer texmîn dikim ku partiyên nijadperest AKP û MHP wê hê lewaztir bibin, dengên partiya Kurdan û demokratan HDP’ê wê derkeve ser rêjeya ji sedî 15’ê, û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî deriyên nû wê vebin…