Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif da zanîn ku cara yekemîn e gelên herêmê dê bi îradeya xwe ya azad nunerên xwe hilbijêre.

Hediya Yûsif di civînekê de ku TEV-DEM`ê li bajarê Tirbespiyê bi armanca nîqaşkirina projeya federaliyê li dar xist, axivî. Di civînê de bi dehan nunerên saziyên sivîl û endamên meclîsên herêmê amade bûn. Yûsif di civînê de axivî û mijarên elaqedarî federaliyê û hilbijartinên ku dê di meha li pêşiya me de pêk werin, rave kir.

Hediya Yûsif da zanîn ku ev hilbijartin dê dendika serketina federaliyê bin û berpirsyariya vê yekê dikeve ser milê her kesî.

Hediya Yûsif giringiya komînan jî anî ziman û got, “Komîn hêmana bingehîn a sîstema federal in ku mafê wekheviya herdu zayendan û hemû pêkhateyên herêmê diparêzin; û her wiha ev cara yekemîn e ku rêveberî ji aliyê nunerên gel ve bi wekhevî pêk tê, lewma pêwîst e gelê me girîngiya rola komînê zanibe.”

Hediya Yûsif bi bîr xist ku ev cara yekê ye ku gelên herêmê dê herin ser sindoqan û nûnerên xwe bi dengdayînê diyar bikin.

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser beşdarbûn û aktîvbûna gel bi projeya federaliyê re, taybet jî bi hilbijartinan re û ji hemû welatiyan xwest ku tevlî hilbijartinan bibin û nûnerên xwe hilbijêrin. Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdarvanan bi dawî bû. 


 ANHA/TIRBESPIYÊ